Saziya Ciwanan û Civaka Sivîl li Swêdê (MUCF), lêkolînê li ser çend melayên mizgeftan dest pê kiriye, ku alîkariya darayî ji hikûmeta Swêdê werdigirin û berevajî yasayên welat jî tevdigerin.
Ev jî piştî wê yekê tê, ku televîzyona Swêdî (SVT) di lêkolînekê de eşkere kiriye, çend melayek ji mizgeftên xwe ve mêran ji bo pirjiniyê ve han didin, ku ew jî berevajî yasayên Swêdê ye û destûr bi pirjiniyê nayê dayîn.
Magnus Jägerskog, Rêveberê Giştî yê saziyê, ev agahî wekî “gelek bi dilgiranî” bi nav kirine û gotiye: “Pereyê hikûmetê divê tenê bide wan rêxistin û perestgehên ku yasayên dewletê bicîh tînin, ne ku berevajî yasayên dewletê tevbigerin.”
Li gorî şertên hikûmetê, saziyên olî yên ku alîkariya darayî werdigirin, divê bingehên demokratîk û mafên bingehîn ên mirovan û wekheviya di navbera kesan de li ber çavan bigirin.

