KDC

Doktorayek li Fransa li ser komkujiya kurdan di helmeta Enfalê de

 

Lêkolînerê kurd Adil Hesen Reşîd, xelkê bajarê Dihokê û pispor di zanista ziman de, bi serkeftî teza xwe ya doktorayê bi navê: «Qirkirina bi kom a kurdan di helmeta Enfalê de sala 1988: Şîrovekirina gotarê bi piştbestina li şahidiya rizgarbûyan, şahidan û gotara fermî»
li Zanîngeha Rouen li Fransayê pêşkêş kir û pileya doktorayê bi baştirîn nirxandinê wergirt.

Ev tez ji bo sê beşên sereke hatiye dabeşkirin:

Beşa yekem: Taybet e ji bo xwendineke zimannasî û şîrovekirina gotara şahidên rizgarbûyî yên helmeta Enfalê, ku 454 rûpelan pêkhatiye.

Beşê duyem: Şîrovekirineke beramberkarî ye ku li ser bingeha materyalên meydanî hatiye kirin. Ev jî ji tomarkirinên dengî pêk tê ku li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, paşê hatine nivîsandin, wek belgeyên zimannasî hatine polênkirin û ji bo zimanê fransî hatine wergerandin. Ev beş 38 tomarên dengî pêktê ku ji bo şîrovekirina akademîk hatine hilbijartin û bi giştî 401 rûpel in. Şahid jî li gor çend pîvanan hatine polênkirin, wek herêma cografî, temenê cuda, ol (misilman, mesîhî û êzidî), her wiha cureyê şahidiyê (sivîl, pêşmerge û gotarên rêberên Kurdistanê di wê demê de, wek Serok Barzanî û Mam Celal). Ev di çarçoveyeke dîrokî de radixe ber çavan ku çawa pêkvejiyana pêkhatên olî li navçeyên tûşî qirkirina bi kom bûyî hebûye.

Beşa sêyem: Taybet e ji bo belgeyên dîrokî ku pişta xwe dispêre arşîva leşkerî û belgeyên êrişên kîmyayî, û 327 rûpelan li xwe girtiye.

Ev lêkolîn çend mekanîzma diyar kirine ku çawa bîra bi kom di nav cangorî û rizgarbûyan de çêbûye, her wiha çawaniya derbirîna trawmayê û bandorên wê bi rêya ziman şîrove kiriye. Her wiha pêşketina bikaranîna ziman ji aliyê şahidan ve hatiye behskirin, bi taybetî bikaranîna peyv û termên wergirtî wek erebî, kurdiya standard û derbirînên têkel. Ev diyarde jî rengvedana bandora koçberiyê, fêrbûnê û nûkirina civaka Kurdistanê ye.

Lêkolînê her wiha aliyekî girîng ê civakî xistiye rojevê, ew jî bandora siyaseta erebkirinê ye li ser zimanê şahidan di dema Enfalê de. Bîra rizgarbûyan hîna hin termên têkildarî wan bûyeran parastine, ku heta niha di axaftina rojane de bi kar tînin û wek nîşanên zimannasî ji bo wê trawma û ezmûna dîrokî xuya dikin.

Li hember de, lêkolîn nîşan dide ku nifşê duyem ê malbatên rizgarbûyî, ewên ku di dema aramiya Herêma Kurdistanê û geşbûna sîstema perwerdeya kurdî de mezin bûne, awayekî zimanî cuda bi kar tînin. Di axaftina wan de bikaranîna termên nifşê şahidan kêm bûye û cihê xwe daye zimanekî standardtir, ku di bin bandora sîstema perwerdeyê û saziyên fermî de pêk hatiye.

Ev guherîna dînamîk têkiliya aloz a di navbera ziman, bîr û nasnameyê de derdixe holê, ji ber ku bîra devkî ya rizgarbûyan bi sedema guhertinên civakî û perwerdeyî yên civaka kurdî ya hevdem guheriye.

Lijneya parastinê, ku ji heft mamoste û lêkolînerên fransî pêk hatibû, pesnê hûrbîniya zanistî, resenayetî û beşdariya vê tezê di warê zimannasiya gotarê û lêkolînên qirkirina bi kom de da.

Di dawiya parastinê de, lijneyê bawernameya doktorayê bi baştirîn pile û “Félicitations du jury” pêşkêşî wî kir û handa ku berdewam be li ser lêkolînên xwe yên zanistî û hevkariyê li gel zanîngehên Ewropayê pêş bixe, ji bo geşepêdana vî warî lêkolînê û kûrkirina lêkolînan li ser bîra bi kom a gelê kurd berdewam be.

Ji aliyê xwe ve, lêkolîner spasî endamên lijneyê kir ji bo hevkariya wan a zanistî, ji bo girîngîdana wan bi mijara cangoriyên helmeta Enfalê, her wiha ji bo wê gotûbêj û gengeşeya akademîk ya ku di dema parastinê de hat kirin.

___

Polar Flow Fitness App Exposes Soldiers, Spies

kurdish dc

HOLAND : NAVENDA REWANDA KURDISTANÎ Û GRÛPA DOSTANÎYA KURD Û HELENDÎ KOMBÛNEK SAZ KIRIN 

KDC

Zarokên xwe tomar bikin “Ez bi kurdî dixwînim” projeya hevbeş ya Navenda Rewanda Kurdistanî û wezareta perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

KDC