KDC

Şifa Barzanî ji bo destpêkirina malpera ‘ryateze.net’ peyameke pîrozbahiyê weşand

Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, Şifa Barzanî, bi helkefta destpêkirina malpera fermî ya rojname û kovara dîrokî “Rya Teze” (ryateze.net), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Tîtalê Keremê Seyad û xebatkarên vê saziyê kir.

Şifa Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya “Rya Teze” û “Radyoya Erîvanê” û got: “Ev her du sazî di dîroka nûjen a gelê Kurd de ne tenê wek saziyên ragihandinê, lê wek dibistanên mezin ên parastina ziman, çand û nasnameya neteweyî cîhê xwe girtine.”

Di berdewamiya peyamê de hate destnîşankirin ku keda xebatkarên van saziyan di rojên herî dijwar de, wek mîrateyeke zêrîn di bîra her kurdekî de zindî ye. Şifa Barzanî pêngava vekirina malperê di serdema dîjîtal de wek gaveke pir girîng û pêwîst wesif kir û got:

“Ev malper dê bibe pireke nû di navbera dîroka we ya pirbiha û nifşên nû de; her weha dê bibe çavkaniyeke zelal bo Revenda Kurdistanî li seranserê cîhanê da ku xwe bigihînin keda we ya dîrokî.”

Di dawiya peyama xwe de, Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî piştevaniya Baregeha Barzanî ji bo her hewldaneke neteweyî û çandî dubare kir û hêvî xwest ku malpera ryateze.net bibe ronahiyeke nû di qada ragihandina kurdî de û serkeftin ji bo Tîtalê Keremê Seyad û hemû kedkarên malperê xwest.

 

Naveroka peyama Şifa Barzanî bi vî awayî ye:

 

Ji bo birêz Tîtalê Keremê Seyad

Rêveber û xebatkarên hêja yên Rojname Rya Teze û Radyoya Erîvanê

 

Silav û rêz…

Bi dilxweşiyeke mezin, me nûçeya destpêkirina malpera ryateze.net bihîst. Ez bi navê xwe û bi navê Serperştiyariya Giştî ya Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, pîrozbahiyeke germ li birêz Tîtalê Keremê Seyad û hemû kedkarên ku di vê xebata pîroz de cîh digirin, dikim.

Rojnameya “Rya Teze û “Radyoya Erîvanê” di dîroka nûjen a gelê Kurd de ne tenê wek saziyên ragihandinê, lê wek dibistanên mezin ên parastina ziman, çand û nasnameya neteweyî cîhê xwe girtine. Keda ku we di rojên herî dijwar de ji bo zimanê kurdî û doza kurdewariyê daye, di bîra her kurdekî de zindî ye û wek mîrateyeke zêrîn tê parastin.

Di serdema îro de ku cîhan ber bi dîjîtalbûnê ve diçe, vekirina vê malperê gaveke pir girîng û pêwîst e. Ev malper dê bibe pireke nû di navbera dîroka we ya pirbiha û nifşên nû de; her weha dê bibe çavkaniyeke zelal bo Revenda Kurdistanî li seranserê cîhanê da ku xwe bigihînin keda we ya dîrokî.

Em wek Baregeha Barzanî û Serperştiyariya Revenda Kurdistanî, her dem bi şanazî li xebatên we dinêrin û piştgirê her hewldaneke we ya neteweyî ne.

Hêvîdar in malpera ryateze.net bibe hêvî û ronahiyeke nû ji bo qada ronahî û ragihandina kurdî. Ji bo birêz Tîtalê Keremê Seyad û hemû hevalên wî serkeftinên herî mezin dixwazim.

Her bijîn û serfiraz bin.

 

Li gel rêz û silavan,

 

Şifa Barzanî

Serperştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî

___

Şanda Konfedresyona Rewanda Kurdistanê serdana Serokatiya Herêma Kurdistanê kir 

KDC

Navenda Revenda Kurd Li Brîtanyayê Hate Damezrandin

KDC

Hevpeyvîna kovara „El-Mecelle„ bi
Serok Mesûd Barzanî re

KDC