Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birêz Akif Hesen û malbata we ya hêja,
Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya Xwedê jêrazî Kak Zubêr, birayê we yê biçûk, bihîst. Di van kêliyên dijwar û xemgîn de, em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî, sersaxî û serxweşiya xwe ya kûr pêşkêşî we û malbata we ya welatparêz û hemû xizm, dost û hevalên koçkirî dikin, ji dil em hevparên xemên we ne.
Em ji Xwedayê mezin dixwazin, giyanê Kak Zubêr bi lêborîn û dilovaniya xwe şad bike û cihê wî behişt be, hedar û aramiyê jî bide we û hemû kesûkarên we û Xwedayê mezin we ji xem û nexweşiyan dûr bigre.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
15ê Mijdara 2026-an

