KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî sersaxiyê li Akif Hesen dike

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz Akif Hesen û malbata we ya hêja,

Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya Xwedê jêrazî Kak Zubêr, birayê we yê biçûk, bihîst. Di van kêliyên dijwar û xemgîn de, em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî, sersaxî û serxweşiya xwe ya kûr pêşkêşî we û malbata we ya welatparêz û hemû xizm, dost û hevalên koçkirî dikin, ji dil em hevparên xemên we ne.

Em ji Xwedayê mezin dixwazin, giyanê Kak Zubêr bi lêborîn û dilovaniya xwe şad bike û cihê wî behişt be, hedar û aramiyê jî bide we û hemû kesûkarên we û Xwedayê mezin we ji xem û nexweşiyan dûr bigre.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
15ê Mijdara 2026-an

___

Asia-Pacific markets mixed; BHP stock jumps after $10.5 billion deal

kurdish dc

Şandeya Bilind ya Konfederasyonê Çeleng li Ser Gorê şehîdên Nemir Mustafa Barzanî û ÎdrîsBarzanî Danî

Harmn

Bi amadebûna Îsmaîl Kamil konferanseke girîng li Qirgizistanê hate lidarxistin

Xelan