KDC

Swêd: Karekî balkêş li hember zarokekî penaber tê kirin

Swêd dayîna welatîbûna welatê xwe ji zarokekî 4 salî re red kiriye, di demekê de ku dê û bavê wî welatîbûna wî welatî hene, bavê wî ditirse ku di paşerojê de bê dersînorkirin.

Abdi Drogba û hevjîna wî, ku bi eslê xwe ji Misrê ne û welatîbûna swêdî hene, zarokê wan bi navê Taha, 4 salî ye û li Swêdê ji dayik bûye, heta niha mafê mayînê jê re hatiye dayîn û daxwaza welatîbûna wî hatiye redkirin.

Bavê Taha, ji rojnameya swêdî Aftonbladet re gotiye, ew bi dilgirane û gumanê dike ku bi zanebûn pêvajoya dayîna welatîbûnê ji kurê wan re tê paşxistin, heta ku bigihîje 18 saliya xwe û piştre wî dersînorî Misrê bikin.

Dilgiraniya malbatê piştî pejirandina guhertinekê di destûra bingehîn de li parlementoya Swêdê zêdetir bû; ku di hin rewşên taybet de destûr dide standina welatîbûna swêdî.

Hêjayî gotinê ye, ew guhertina destûrê ya ji bo standina welatîbûnê ji penaberan di hin rewşan de, rexneyên rêxistinên civaka sivîl li ser xwe kişandiye.

___

Li Efrînê çekdarek li ser dabeşkirina zeytûnên talankirî hat kuştin

KDC

Dadgeheke Almanyayê Cezaya Girtîgehê Li Fermandarekî Berê Yê Îstîxbarata Sûriyeyê Biriye

KDC

Festîvaleke bêhempa ya jinên kurd li Londonê dîrok û huner bi hev re dihewîne

Karzan