KDC

Zanyariyên Li Ser Êrîşa Firokexaneya Hewlêrê

Odeya operasyona hevbeş a li Hewlêrê diyar kir ku di êrîşa li dijî Firokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê de tu ziyan çênebûye.

Doh bi şev saet di 23.45an de firokeyeke bê mirov a bombebarkirî êrîşî Firokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê kir û 6 fuze avêtin.

Îro yekşem odeya operasiyonên hevbeş li Hewlêrê daxuyaniyek derbarê êrîşê de weşand û tê de diyar kir ku, êrîş tu zirareke madî û manewî çênekiriye.

Beriya niha jî Ajansa Dijî Terorê ya Kurdistanê di du daxuyaniyekê de gotibû ku “Bi rêya du dironên bombebarkirî êrîş li Firokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye kirin.”

Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di hesabê xwe yê fermî yê Facebookê de got, “Hewlêr aram e û wê her aram be.” Her wiha got, “Hewlêr naheje û bi hêz e.

___

Koça dawî ya Heyder Bîbo Qasim spasiya Navenda Rewanda Kurdistanî dike

KDC

Navenda Revanda Kurdistanî li Hannover Yekemîn Kongreya Xwe li Dar Xist.

Harmn

Navenda Revenda Kurd Ji Bo 76 Saliya Damezrandina Komara Kurdistanê Peyamek Weşand

KDC