KDC

Selahedîn Demîrtaş: Navnîşana Çareseriya Pirsgirêka Kurd Parlamentoya Tirkiyeyê Ye

Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahadîn Demîrtaş ku di girtîgehê de ye di twîta xwe ya herî dawî de nivîsî û got, li Tirkiyeyê cihê çareseriya bingehîn a Kurdan parlamento ye û HDP dikare bibe çareserê dawî ya hemû pirsgirêkên welêt.

Gotinên Demîrtaş, di demeke wisa de bû ku berî du rojan Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Sezaî Temellî gotibû: “Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Îmrali ye ku Rêberê PKKê Ocalan lê girtî ye.”

Demîrtaş di twîteka xwe de wiha jî got: “Bê guman HDP beşeke mezin a çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd. HDPê polîtîkaya hembêzkirin û ronîkirinê qebûl kiriye û hemû nêrînên li hember xwe qebûl dike.
Lê bi awayekî xwezayî navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd, parlamentoya Tirkiyeyê ye.

___

Îşev li lîstika dîrokî ya Amed Sporê temaşe bikin

Karzan

Navenda Rewanda Kurdistanê li Qeladzeyê hin çalakî pêk anî 

KDC

Kanada : Navenda Rewanda Kurdistanî referandûm pîroz kir

KDC