KDC

Serokê Îranê hin pirojeyan li Rojhelatê Kurdistanê vedike

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, biryare sibe înê serokkomarê wî welatî, Ibrahîm Reyîsî ji bo vekirina hin projeyên aborî û civîna li gel rayedarên parêzgeha Îlamê, serdana wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê bike.
Di diaxuyaniyekê de, parêzgarê Îlamê, Mihemed Nozerî ragihand, şopandin û gotûbêjkirina pirsgirêkên xelkê, civîn û hevdîtinên li gel xelkên kêm dahat û civîna li gel berpirsên îdarî yên parêzgehê, ji bernameyên giring ên serdana Serokkomarê Îranê bo wê parêzgehê ne.
Nozerî diyar kiriye, hejmarek wezîr jî bi Ibrahîm Reyîsî re serdana Îlamê dikin, ku dê bi cihê serdana projeyên 12 bajar û bajarokên parêzgehê bikin.
Tê zanîn, ji dema destbikarbûna di posta serokkomariya Îranê de, ev yekemîn serdana Reyîsî ye bo devereke Rojhilatê Kurdistanê, û herweha ev yek jî tê di demekê ku hejmareke berpirsên Îranî gefên leşkerî li partiyê Kurdên Îrandê û hebûna wan li herêma Kurdistanê dikin.

___

Trump Bi Tundî Rexneyan Li Biden Dike

KDC

Buhayê Petrolê Zêdetir Dibiye

KDC

Saman Sîweylî: Cara Yekemîn E Wê Ji Bo Kurdên Li Derve Projeya Fêrkirina Zimanê Kurdî Ji Aliyê Wezareta Perwerdehiyê Ve Bê Dayîn

KDC