KDC

Navenda Nurnbergê Civîna Xwe Ya Asayî Lidarxist 

Navenda Revenda Kurd li bajarê Nurnberg a herêma Bayernê li başûrê rojavayê Almanyayê di 27.02.2022an de piştî kongreya Hewlêrê, yekem civîna xwe bi amadebûna endamên navendê û kesayetiyên navdar ên bajêr û nûnerê KOMKARê Mamoste Mihemed Elbîstanî li dar xist.
Mijara civînê bi berfirehî li ser kar û çalakiyên navendê û prosedurên di pêşxistina navendê de hatine nîqaşkirin. Di civînê de gotûbêjeke berfireh li ser mijara xwegihandina çandên cûda hat kirin û bal hate kişandin ser beşdariya zêdetir ya ciwanan wek xwendekar û xort û keçan. Amadekariyên bûyerên wek salvegera kîmyabarankirina bajarê Helebceyê û Newrozê hatin gotûbêjkirin. Bernameyek jî hate amadekirin ji bo alîkariya endamên ku masterê dikin.
Biryat hate dayîn ku civînên bi vî rengî bi berdewamî bêne kirin ji bo kar û xebatên zêdetir û erkdarkirina du jinan ji bo kar û çalakiyên jinan.

___

Efrîn – Nifûsa Kurdan ji 90% daketîye 23%

KDC

Li Herêma Kurdistanê Gundek Ji Bin Avê Derketiye

KDC

Gamification and E-Commerce: Play Your Way to Success

kurdish dc