KDC

Civîna Berpirsên Navendên Revenda Kurdistanî Hat Lidarxistin 

Civîna giştî ya berpirsên Navendên Revenda Kurdistanî bi rêya înternetê ji bo danûstandina nêrînên li ser bernameya kar û gavên pêş ên navendan pêk hat.
Piştî kongreya Navenda Revenda Kurdistanî li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, ev duyemîn kombûna asayî ya berpirsên navendê ye ji bo guftûgoya nerînan û nîqaşên bername û gavên kar ên navendan li ser cîbicîkirina plana kar, bi taybetî kar û çalakiyên di meha Adarê de.

Hêjayî gotinê ye ku civîn piştî pêşkêşkirina plansaziya kar û wergirtina nêrîn û pêşniyarên berpirsên navendan bi awayekî serkeftî bi dawî hat.

___

Li Lozanê Konferans li ser “Mafê Çarenûsî û Pêşeroja Kurd”

Harmn

Di Hilbijartina Parlamentoya Almanyayê De Wê Hejmareke Zêde Ya Biyaniyan Xuya Bikin

KDC

Li Swêdê Ji Bo Çûyîna Bijîşkê Diranan Divê 7 Salan Li Hêviya Hatina Dorê Bimînî

KDC