KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Êrîşa Terorîstî Ya Li Ser Hewlêrê Şermezar Kir 

Konfederasyona Revenda Kurdistanî di peyama xwe de diyar kir ku bi van êrîşên tirsonek dixwazin pêşî li îradeya gel bigirin û rewşa Iraq û deverê û bi taybetî jî ya Herêma Kurdistanê têk bibin.

Peyam:

Em êrîşa terorîstiya şeva borî ya ser bajarê Hewlêrê şermezar dikin ku hevwelatiyên sivîl, ewlehiya herêmê û Hewlêra paytext kiriye armanc. Ev êrîş nikarin bi hev re jiyan, avakirin, pêşketin û nerîna pêşerojê rawestînin û ev yek jî isbat dike ku terorîst çaverêyî têkbirina herêmê ne û dixwazin Kurdistanê jî wek deverên din ên Iraqê bikin.
Ew dixwazin rê li ber îradeya gel bigirin û rewşa Iraq û navçeyê û bi taybetî Herêma Kurdistanê ber bi alîyekî din ve bibin, bi taybetî di vê rewşa ne aram û hesas de ku cîhan tê re derbas dibe.
Bi hêviya ku civaka navneteweyî û hevpeymanên wê yên li dijî terorê li hember van gefan bê deng nemînin û Iraq jî wek dewlet xwedî hewldanên cidî be û sînorekî ji bo dubare nekirina gefên bi vî rengî diyar bike ku ev yek jî dê bibe metirsî li ser ewlehî û aramiya herêmê.

Bi hêviya ku Kurdistana xoşewîst her tim aram be û welatiyên wê di nava aramiyê de bijîn.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Peyama sersaxiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo koça dawî ya Senator Lindsey Graham

Karzan

Serkirdeyekî DAIŞê Hatiye Girtin

Harmn

BRÎTANIYA : TÎMEKA WERZIŞÊ YA NAVENDA REWENDA KURDISTANÎ PILEYA YEKEM BI DEST VE ANΠ

KDC