KDC

Li Parlementoya Swêdê Gotara Konfederasyona Revenda Kurdistanî Hate Xwendin 

Îro li Parlementoya Swêdê bi minasebeta 34mîn salvegera kîmyabarankirina Helebceyê civîneke taybet hate lidarxistin û serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî jî gotarek pêşkeş kir.

Di civînê de nûnerên partiyên Swedê û yên Kurd amade bûn. Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil gotarek li Parlementoya Swedê pêşkeş kir û tê de daxwaz kir ku roja kîmyabarankirina Helebceyê bibe roja cîhanî ya qedexekirina çekên kîmyewî.

Hêjayî gotinê ye ku civîna ku taybet bû bi kîmyabarana Helebceyê bi bîranîna şehîdên genosidê bi dawî bû.

___

Fîlmê “Tu Behiştê Nabînî” dikeve pêşbirka Oscarê

Karzan

Rûsya: Divê Talîban Li Ser Sozên Xwe Bisekine

KDC

Navenda Revenda Kurd Bi Çalakvanê Sivîl Dergam Fermano Re Civiya

KDC