KDC

Webinarek Taybet Li Ser Kîmyabarana Helebceyê Hate Sazdan 

Navenda Revenda Kurdistanî bi minasebeta 34mîn salvegera kîmyabarana Helebceyê û karesata Enfalê konferanseke taybet ji bo helbestvan û nivîskar Letîf Şêx Omer li dar xist.

Şeva borî li saet 21:30 li gor dema Hewlêrê, Navenda Revenda Kurdistanî konferanseke taybet bi navê “Êşên di êrîşa Enfal û Kîmyabaranê de” ji bo helbestvan û nivîskar Letîf Şêx Omer saz kir. Ew başdarê bernameya Zoomê bû û tê de diyar kir ku rejîmên li pey hev hewl dane Helepceyê û deverên wê wêran bikin.

Lê zêde kir ku di sala 1987an de gelê Helebceyê li dijî rejîma Baas serî hilda û rejîmê bi çekên Napalm bajar topbaran kir. Bi dehan zarok hatin kuştin, heta ku di dawiyê de di 16ê Adara 1988an de bajar hate kîmyabarankirin û di encamê de 5 hezar kes şehîd bûn.

___

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Bi Kampanyaya ‘Dilê Me Bi We Re Ye’ Alîkariyan Ji bo Mexdûrên Lehiya Hewlêrê Kom Dike

KDC

Weşana Radyoya Navenda Revenda Kurd dest pê dike

KDC

Navenda Revenda Kurd Bi Çalakvanê Sivîl Dergam Fermano Re Civiya

KDC
KDC

FREE
VIEW