Şengo Zaza
Îro, 7ê Cotmehê, salvegera koça dawî ya bavê min, Dr. Nûredîn Zaza ye. Her çend em hîn jî windakirina vî rewşenbîr û rêberê neteweyî yê mezin hîs dikin jî, lê bera dîsa ev roj ne bitenê roja bîranînê be – bera em di heman demê de, ew hêviya berdwam a ku wî di dilê gelê Kurd de çandiye, ji nû ve piştrast bikin.
Bavê min, jiyana xwe ji bo nêrîneke zelal û bihêz terxan kir, xwestaka wî ew bû: Avakirina pêşerojekê ji bo kurdan bi yekîtî, zanîn û aştî. Mîrasa wî biberdwamî teqez dike, ku hêza me ji yekrêziyê ye – mil bi mil – tevlî cûdabûna nêrînên me yên siyasî.
Werin, em îro demekê li ser pabendbûna wî ya bêdawî ji bo doza Kurd bifikirin – pabendbûnek e, ku di baweriya wî ya kûr bi mafê me li ser koke rûmet û xweseriyê.
Ber bi pêş ve û hilgirtina meşalê
Em spasiyeke mezin didin hemî kesên ku hîn vîzyona wî berdewam dikin û li vir ez spasiya xwe pêşkêş dikim, ji bo endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê (PDK-S), li ser berdewamiya dilsoziya wan û ji bo rûbirûbûna dijwariyên berdewam û ji bo her endamekî, ku ji bo dadmendî, demokrasî û mafên gelê Kurd li Sûrîiyê disekine. Cesareta we ji bo me çavkaniya îlhamê ye.
Ez dixwazim spasiyeke taybet ji bo Konfedrasyona Revenda Kurdistanî pêşkêş bikim, ji bo hewldanên wan ji ber pêşvebirina çanda Kurdî, û piştgirîkirina penaberan û – ya herî girîng – xebata we ji bo yekrêziya Kurdên li çaraliyê Cîhanê, ku xizmeteke bêhempa temsîl dikin. Hûn li wir piran ava dikin û yên din dixwazin dîwaran ava bikin
Ji bo Pêşerojeke Aştiyane
Xewna bavê min avakirina pêşerojekê li ser bingeha diyaloga aştiyane û rêzgirtina hevbeş bû.
Werin, em ji nû ve pabendbûna xwe – îro û her tim – bi vê riya hêja re, bîranîna wî bi rûmet bikin. Werin, em xwe dûrî dabeşbûnê bikin û li ser bingeha çarenûsa hevpar a ku me wekî yek gel girê dide bisekinin.
Pêşeroja neteweya Kurd geş e, lê ew bi yekîtî û baweriya me bi aştiyê ve girêdayî ye. Ev mîrasa mayînde ye, ku Dr. Nûredîn Zaza ji bo me hemûyan hiştiye.
Em ji Xwedayê mezin dixwazin, ku vîzyona Dr.Nuredim Zaza berdewam bike û me ber bi siberojeke xurtir û yekgirtîtir ve bi rê ve bibe.

