KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Salvegera Rojnamevaniya Kurdî Pîroz Kir
 


Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi minasebeta salvegera rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek belav kir û pîrozbayî li rojnamevanên Kurd kir û teqez kir ku divê rojnamevan hewl bidin ku peyamên wan neteweyî bin.
 
Peyam:

Di 124emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî de

Em bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi germî pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikin û bi hêvî ne ku ev roj bibe peyamek ji bo hemûyan û di asta karê pîşeyî û medya û rojnamevaniyê de ji bo bêhtir xizmeta civaka Kurd bikin û rastgo bin û nûçeyan rast û durist belav bikin û peyama neteweyîî rabigihînin û wêneyekî xweşê welat û pîşeya rojnamevanîyê nîşan bidin. Helbet di van 124 salên borî de Kurdistan û rojnamevan di gelek rewşên cuda re derbas bûn û medya û pîşeya rojnamevaniyê roleke girîng lîstine û ji bo wê gelek qurbanî dane.
Bê gûman azadiya rojnamegeriyê beşeke piştgîriya demokrasiya Kurdistanê ye.
 
Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Bi çavdêriya berpisê Navenda Rewanda Kurdistanî-Swîsra

KDC

Navenda Revenda Kurd Bi Rêveberê Komeleya Kurd Şehreyar Neqşîbendî Re Civiya

KDC

Hikûmeta Kurdistanê Ji Bo Dermankirina Penaberên Bi Nexweşiya Coronayê Li Kampên Dihokê Navenda Tenduristiyê Vekiriye

KDC