KDC

Konferansa “Lêgerîna li pey serxwebûna Kurdistanê û aştiya li navçeyê de” li Lozanê hate lidarxistin

Soran Hesen – Lozan – Swîsre:

Konferansek bi navê “Lêgerîna li pey serxwebûna Kurdistanê û aştiya li navçeyê de”, bi rêkxistina Enstîtuya Kurdî li Lozanê û bi hevahengiya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, li bajarê Lozana Swîsreyê hate lidarxistin.

Îro roja Yekşemê rêkefta 27ê Îlona 2026an, bi amadebûna hejmarek ji nûnerên sazî û rêxistinên Kurdî, herwiha kesayetiyên siyasî û akademîk û nûnerên revenda Kurdî li Swîsreyê, hate encamdan.

Beşdarên konferansê ji Dr. Baban Elyasî endamê yedek ê Komîteya Rêveberiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Cefer Stîk serokê Komeleya Piştgiriyê, şanda Federasyona Revenda Kurdistanî ya Swîsreyê, ku ji Seyran Kerîm berpirsê federasyonê; Luqman Hewramî berpirsê Navenda Revenda Kurdistanî ya Cenevê û Nermîn û Seîd endamên desteya rêveberiya navenda Cenevê pêkhatibûn.

Di destpêka konferansê de, Şêxmûs Ozdemîr sekreterê Enstîtuya Kurdî li Lozanê, peyama bi xêrhatinê pêşkêş kir û behsek derbarê armanc û naveroka konferansê xiste rû.

Di beşeke din a konferansê de, hejmarek ji peyam û gotinên rêzdar Serok Mesûd Barzanî derbarê pêvajoya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û rojên encamdana referandûmê, bi rêya ekran û şaşeyê hatin nîşandan. Evê beşê de bal kişandin li ser dîrok û bûyerên peywendîdar bi referandûma 25ê Îlona 2017an.

Paşê dokûmentariyek derbarê dîroka Kurd û xebata gelê Kurdistanê hate nîşandan, ku Şivan Perwer hunermendê navdar ê Kurd, tê de behsek ji dîrok û xebata Kurd kir.

 

Panela gotûbêjê derbarê referandûm û paşeroja pirsa Kurd

 

Yek ji beşên sereke yên konferansê, paneleke gotûbêjê bû, ku Sirwe Îbrahîmî di panelê de çend babetên siyasî, dîrokî û yasayî yên peywendîdar bi pirsa Kurd û Kurdistanê xistin ber behs û gotûbêjê.

Beşekî din a panelê bi beşdariya Dr. Salar Osman berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê; Necat Zanyar serokê Enstîtuya Kurdî li Lozanê û Nazile Efxamî cîgira serokê Enstîtuya Kurdî li Lozanê, bi rê ve çû.

Di mijarên panelê de ev pirs hatin rojevê:

Kurdistan di nav cîhana modern de cih û rola wê çi ye?

Referandûma serxwebûna Kurdistanê çi fêrî me dike?

Asoyên paşeroja pirsa Kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn de çi ne?

 

Dr. Salar Osman di beşek ji pêşkêşkirina xwe de behsa referandûma 2017an û rola Serok Mesûd Barzanî kir û ragihand, ku referandûm bi boçûna wî, pêvajoyeke dîrokî bû, ku peywendî bi dîrok û demokrasiyê ve hebû. Herwiha tekez li ser wê yekê kir, ku Kurd nabe xwe bi pileya duwem bizane.

Dr. Salar Osman, di beşeke din a gotara xwe de got: “Referandûma sala 2017an û dengderên serxwebûnxwaz dibe beşek ji dîroka Kurdistanê û rola Serok Mesûd Barzanî di wê pêvajoyê de jî bi awayekî diyar di dîroka wê qonaxê de tê tomar kirin”.

Di beşa yasayî û siyasî ya panelê de, Nazile Efxamî, lêkolînek derbarê Rojhilata Kurdistanê û çareseriya siyasî ya pirsa Kurd pêşkêş kir.

Herwiha Necat Zanyar, di lêkolînekê de derbarê Kurd û yasaya navdewletî, behsa wê yekê kir, ku çawa dikare yasaya navdewletî û peywendiyên wan bi pirsa Kurd bi awayekî hûrtir bê fêmkirin.

Paşê beşdaran gotûbêj û gengeşe li ser van babetan kirin.

 

Tekezkirina li ser rola ciwanan, perwerde û çandê

Di beşeke din a konferansê de, Nivar Maleyî, behsa hesta niştimanperweriyê di nav ciwanên Kurd de kir û ev hest wekî yek ji bingehên bîrkirina ji bo paşeroja Kurdistanê danî.

Herwiha tîşk xiste ser rewşa niha ya Kurd û pêwîstiya pengav avêtinê ber bi paşerojê, tekez li ser girîngiya kombûna aliyên curbecur li dora ezmûna Herêma Kurdistanê kir.

Di heman çarçoveyê de, Aso Pîrotî babatek derbarê perwerde û çandê û rola wan di warê siyasî de pêşkêş kir û ragihand, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û ezmûna herêmê dikare wekî sêwaneke komker ji bo aliyên curbecur were dîtin.

Cihê behsê ye, dawiya konferansê bi encamdana çend gotûbêj û gengeşeyên akademîk û siyasî derbarê referandûma 2017an, yasaya navdewletî, rola Kurdistanê li navçeyê û asoyên paşeroja pirsa Kurd û Kurdistanê bi dawî hat.

 

Nameya Federasyona Swîsreyê ji bo saziyên siyasî

Di çarçoveya çalakiyên peywendîdar bi nehemîn salvegera referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, roja 25ê Îlona 2026an, Federasyona Revenda Kurdistanî – Swîsre nameyeke fermî ya Konfederalasyona Revenda Kurdistanî gihand hejmarek ji navendên siyasî û endamên parlamentoya Swîsreyê.

Di wê nameyê de, behsa referandûma 25ê Îlona 2017an û girîngiya wê bûyerê di dîroka hevçerx a Kurdistanê de hatiye kirin, herwiha bal hatiye kişandin ser pirsa Kurd û rewşa siyasî ya navçeyê.

___

Lavrov: Rûsya Rûbirûyî NATOyê Dibe

KDC

Navenda Viyanayê , bi seroka şaredara taxa nehemîn a bajarê Viyênayê xanim

Harmn

Konfederasyon Daxwaz Dike Kurdên Hollandayê Deng Bidên Berbijêrekî Kurd

Harmn