KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Cejna Remezanê Pîroz Kir

Ji ber hatina cejna Remezanê Konfederasyona Revenda Kurdistanî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistanê û cîhanê û Kurdên li derveyî welat kir.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî hêvî dike ku Cejna Remezanê ji bo gelê Kurdistanê bibe cihê aramî, xweşî û aştiyê.

Teksta pîrozbahiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi minasebeta hatina cejna Remezana pîrozbahiyên xwe pêşkêşî tevahiya misilmanan û misilmanên Kurdistanê bi taybetî jî Kurdên li derveyî welat dike. Em ji Xweda dixwazin ku roj û nimêja hemû misilmanan qebûl bike. Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku welatê me ji dijmin û neyaran biparêze û me ji hemû bêbextî û kaosan rizgar bike.
Bi hêviya ku ev cejn bibe sedema aramî, rehetî, xweşî û aştiya miletê me.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Di Salekê De Bi Hezaran Koçber Gihîştine Brîtanyayê

KDC

Nêzî 11 hezar malbat li bendê ne ku endamên malbatên wan bigihên Elmanyayê û ji nû ve bibin yek.

KDC

Festîvala Navdewletî Ya Silêmaniyê Dê Bê Paşxistin

KDC
KDC

FREE
VIEW