KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Civînek Ligel Serokê Peymangeha Gold Bo Stratejiya Navneteweyî Li Dar Xist 

Di çarçoveya çalakiyên xwe de Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Amerîkayê Rehîm Reşîdî ku weke Mr. Kurd tê nasîn û endamê Desteya Rêveber ê Konfederasyona Revenda Kurdistanî ye bi Serokê Peymangeha Gold bo Stratejiya Navneteweyî Dr. Ely Gold re hevdîtineke dostane pêk anî.

Di civînê de hewldanên damezrandina Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi hûrgilî behsa sedemên armancên xwe û her wiha hewldanên komkirina Kurdistaniyan hate kirin.

Dr. Gold pîrozbahî û kêfxweşiya xwe ya ji bo pêngava ku Kurdên li derveyî welat bi dest xistine anî ziman û soz da ku bi hemû hêz û şiyanên xwe piştgîriya doza Kurdistanê li gel Konfederasyona Revenda Kurdistanî bike û amadebûna xwe jî bo hevkariyê diyar kir.
Di beşeke din ya civîna dostane de behsa pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û Kurdistanê hate kirin.

___

Awusturya: Şandekî navenda Vêna beşdariya salvegera terorkirina Şehîd Qasimlo kirin

nusar1

Amerîkayê Yek Ji Plangerên Teqînên Kabûlê Kuştiye

KDC

Supayê pasdarên Îranê şûnwarên dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê talan dikin

KDC