KDC

bi beşdarbûna Tahir Hewramî serok û cihgirê serokê konfederalîyê kombûneka taybetî bi pizîşkên Tarawga re hat sazkirin

Rêkeftina 22.05.2022 li ser înternetê bi beşdariya Serokê Dîska Revenda Kurdistanê li baregeha Barzanî Tahir Hewramî bi amadebûna serok û cîgirê serokê Konfederasyona Revend a Kurdistanê û hevdîtineke taybet bi dixtorên Kurd yên Swêd, Almanya, Danîmarka û Brîtanyayê re hat kirin 

Jimareka girîng ya pizîşkên Kurd yên jêhatî û xwedî ezmûn li derve beşdarî civînê bûn, ku ji bo afrandina toreke pizîşkên Kurd li derveyî welat, ji bo şêwekarî û gotûbêjkirina bi pizîşkan re hatibû terxankirin 

Bi beşdarbûna van camêran : 

Dr. Azad Necar 

Dr. Asos Haso Mîrxan 

Dr. Fryad Hawezî 

Dr. Luqman Etrûşî 

Dr. Hiro Xoşnaw 

Dr. Saman Ezîz 

Dr. Şiwan Kerîm 

Dr. Alî Goran 

Dr. Şoreş Muradî 

Piştî giftûgo kirin û pêşkêşkirina wan daxwaz û bernameyên konfedralîsyona Revenda Kurdistanê bi anîna cem hev ya pizîşkên Kurd li xerîbiyê û avakirina peywendiyeke bihêz di navbera wan de, bi keyfxweşî min birin û biryar da ku kar li ser bê kirin û di pêşerojê de jî civîn werin berdewamkirin û hebûna wan bo pizîşkên din yên Kurd ji welatên cuda were berdest kirin daku bikarin zêdetir sûd ji tevahiya ezmûn û karînên xwe bigirin 

Hêjayî gotinê ye ku proje, plan û stratejiyên giştî jî hatine giftûgokirin û hin xal bûne bingeha kar û berdewamiyê

Helbet ev destpêk e û derî ji bo beşdarbûna wan welatparêzên Kurd vekirî ye ku dixwazin niha bi awayekî çalak beşdar bibin .

___

Balyozê Îsraîlê Li Behreynê Bi Wezîrê Parastinê yê Endonezyayê Re Civiyaye

KDC

Konfederasyna Revenda Kurdistanî serdanaKomeleya Kultûrê Kurdî li Leverkusen Kir.

nusar1

stixbarata Îranê çalakvana Kurd Soreya desteser kir

KDC