KDC

Serokê dîska rewanda kurdî ya li baregehê Barzanî û şandeya pê re serdana wezareta perwerdeyê kirin  

Serokê dîska rewanda kurdî li baregehê Barzanî û şandeya pê re serdana wezareta perwerdeyê ya hukûmeta herêma kurdistanê kirin û ji alîyê wezîrê perwerdeyê ve hatin pêşwazîkirin 

Îro Tahir Hewramî serokê dîska rewanda Kurd li baregeha Barzanî û şandeya pê re ku di nav wan de Serokê Konfedrasyonê Îsmaîl Kamil û Hawraman Elî Tofîq Cîgirê Serokê Konfedrasyonê û Selam Kurda û Endamê Desteya Rêvebir û Berpirsê Navenda Rewanda Kurdistanî-Rûsiya Memê Memoî , Di vê navberê de her du mamosteyên zimanê Kurdî ku beşdarî projeya Navenda Perwerdeya Kurdistanê ya fêrkirina nivîs û xwendina Kurdî ya ji bo zaroyên Kurd ên sirgûnkirî dibin ku ji 73ê Cotmehê ve bi alîkariya Wezareta Perwerdeyê mamostetiyê dikin mamoste Zumîra û Mamoste Şukriya bûn ku serdana wezareta perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribûn û ji aliyê Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme-Seîd ve hatibûn pêşwazîkirin 

Di serdanê de projeya giştî ya fêrkirina nivîsandin û xwendina zimanê şêrîn a dayikê bo sirgûnkirina zarokên Kurd ku navenda rewanda Kurdistanî bi hevkariya wezareta perwerdê hat gotûbêjkirin û nirxandin û piştre jî li ser berfirehkirina projeyê û avêtina gavên zêdetir ji bo baştirkirina vê projeyê hat nîqaşkirin

Hêjayê gotinê ye, ku Alan Heme Se’îd wezîrê perwerdeyê yê hukûmeta herêma Kurdistanê , bi serdana şandeyê û birêvebirina projeya perwerdeya xwendin û zimanê dayikê ji aliyê navendê û her du mamosteyên beşdar ve kêfxweş bû û soza piştgiriya berfirehkirina projeyê da.

___

Bi Vîdeo: Navenda Revenda Kurdistanî Ji Bo 8ê Adarê Li Almanyayê Çalakiyek Li Dar Xist 

KDC

Swêd Wê Penaberên Sûcdar Dersînor Bike

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Salvegera Rojnamevaniya Kurdî Pîroz Kir
 

KDC
KDC

FREE
VIEW