KDC

Rûsya: Nûnerê Konfederasyona Rewanda Kurdistanî li gel Konfederasyona Komên Kurd re civiya

Îro pêncşembîyê nûnerê konfedrasyona rewanda Kurdistanî li Rusiya kombûneka giştî li gel konfedrasyona navdewletîya grûpên Kurdî li Yekîtîya Sovêta berê saz kir

Civîna ku beriya niha bang li hemû rêxistin û komên Kurd kiribû ku di bin ala pîroz a Kurdistanê de bibin yek û Kurdistanê bikin yek, di nava Konfederasyon û Navenda Rewanda Kurdistanî de pêk hat

Bi vê mebestê di bin çavdêriya Memê Mamoî nûnerê Konfedrasyona Rewanda Kurdistanî li Rûsyayê bi Konfedresyona Navnetewî ya Komên Kurdî ya Yekîtiya Sovyeta Berê re civiya û tê de prensîbên hevbeş û xebatên rêxistinî bi awayekî ku her kes di bin siya ala Kurdistanê de û di çarçoveya Konfedrasyon û tevgera Kurdî de çalakiyên xwe bidomînin

Piştî nîqaşan û pevguhertina nêrînan, hemû lihevkirin li ser prensîbên hevparî û hevkariyê hate kirin û ji bo vê armancê ji bo hemû kom û rêxistinan konferanseke giştî hate kirin da ku xebatên xwe bi yekgirtî bidomînin.

Bi qasî 200 hezar Kurdên ji Rûsyayê û Sovyeta berê salên dûr û dirêj li welatan dijîn, xwedî pozîsyoneke girîng a siyasî û aborî ne û karîbûn cihê xwe di nava civakên wan welatan de bigirin û di pozîsyonên siyasî û civakî de roleke girîng bilîzin .

___

Saziyên Civaka sivîl li Elmanyayê Êrîşên Dewleta Tirkiyê Yên li Ser Xelkê Sivîl li Rojavayê Kurdistanê Şermezar Kirin.

KDC

Îranê 6 Meh In Mûçeyên Karkerên Riwanserê Nedaye

KDC

Kazakistan. Revende Kurdistanî festîvaleke muzîk û strana kurdî li dar xist

nusar1