KDC

Konferanseke Taybet


Navenda Revenda Kurd li derve, konferanseke taybet li ser malbata Bedirxaniyan û Tîpên Latînî ya Kurdî li dar xist.
Bi beşdariya :
Lêkolîner û rexnegir : Mamoste Heyder Omer
Di vê hevpeyvînê de birêz Heyder Omer bi baldarî behsa destpêka ramana nivîsandina kurdî bi tîpên latînî û berhevdaneke akademîk li gorî cudahiya di navbera tîpên erebî û tîpên latînî de kir û diyar kir ku Kurd berî Tirkan xwedî fikra alfabeya latînî bûn û li ser wê kar kirin e.
Behsa kurtedîroka Malbata Berdxaniyan û bandora wan a li ser zimanê Kurdî, wêjeya Kurdî û tîpên latînî jî kir.
Pişt re temaşevanan bi pirs, şîrove û bersivên xwe ji Mamoste Heyder konferans dewlemend kirin.

___

Îranê Dîsa Teqe Li Kolberan Kiriye

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Beşdariya 40 Saliya Damezrandina Enstîtuya Kurdî li Parîsê Bû

Harmn

Konfederasyon, Kampanya ya Alîkariya Aborî bo Rojavayê Kurdistan Organîze Dike

Harmn