KDC

Şifa Barzanî sersaxiyê li Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata Helkewt Ezîz re Kir

Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, bi helkefta koça dawî ya rojnamevan û medyakarê Tora Medyayî ya Rûdawê Helkewt Ezîz, peyameke sersaxiyê pêşkêşî Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata xwedêjêrazî Helkewt Ezîz kir. Tê de balkişand li ser wê yekê ku jidestdana Helkewt ziyaneke mezin bû ku li medyaya Kurdistanê ket; ew pîşekarekî rastgo, jêhatî û dilsoz bû, dengê zelal ê gelê Kurdistanê û mizgînîder bû ji Bexdayê ve bo xelkê Kurdistanê.

Naveroka peyama sersaxiyê:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz Ako Mihemed, Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê

Malbata xwedêjêrazî Helkewt Ezîz

Hemû medyakarên Tora Medyayî ya Rûdawê

Nûçeya koça dawî ya medyakarê diyar û berpirsê nivîsîngeha Rûdawê li Bexdayê, kek Helkewt Ezîz, nûçeyeke xemgîn, pir ji nişka ve û dilhejîn bû. Bi dilekî tije xem û kovanê ve, ez sersaxî û hevsoziya xwe ya kûr pêşkêşî we yên birêz dikim.

Jidestdana Helkewt ziyaneke mezin bû ku li medyaya Kurdistanê ket. Ew pîşekarekî rastgo, jêhatî û dilsoz bû; dengê zelal ê gelê Kurdistanê û mizgînîder bû ji Bexdayê ve bo xelkê Kurdistanê. Cihê daxeke mezin e ku îro di dema bicîhanîna erkeke rojnamevaniyê de, di bûyereke trafîkê de li ser rêya Bexda-Besrayê jiyana xwe ji dest da.

Ji kûrahiya dilê xwe ve ez hevbeşê vê xema we ya giran im. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku rihê wî yê pak bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bide dilê hemû aliyan.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Şifa Barzanî
Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî

___

Li Silêmaniyê Kurdekî Ji Bakurê Kurdistanê Hatiye Birîndarkirin

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Pîrozbahî Li Kurdistan Tvyê Kir

KDC

Şehîdên 1ê Sibatê di dilê Kurdan de naçe der

Harmn