KDC

Civîna konfederasiyona jin û ciwanên Kurdistanê hate lidarxistin 

Di bin sîwana Xanim Sazan Gurun de civîna beşa jin û ciwanan a Konfederasiyona Rewanda Kurdistanê hat lidarxistin û tê de her du beş bi berfirehî hatin nîqaşkirin da ku îsal çalakiyên xwe bi awayekî aktîftir pêk bînin 

Roja Şemîyê 21.01.2023 li Berlîna Paytexta Almanyayê piştî kombûneke berfireh ya Komîteya Giştî, Beşê Jinan û Beşê Ciwanan bi serpereştiya seroka beşê Xatûn Sazan Gurun civîna xwe li dar xist, ku ji bo Navendên Rewanda Kurdistanê Almaniya û hin welatên din yên Ewropayê hat terxankirin

Di evê kombûnê de bi berfirehî behsa ewê çendê hat kirin, ku dê ev herdu beş di evê salê de bi awayekî cuda û çalaktir, bi bername û projeyên taybetîyên sala 2023 kar û barên xwe bikin û wê bi hevkarîya navendan çalakîyên corane pêk bihînin. 

Hêjayî gotinê ye ku di demên pêş de dê civîneke berfireh ji bo endamên her du beşan li navendên din were lidarxistin .

___

Konfederesyona Rewanda Kurdistanî li gel Sekreterê grûpa APPG ya parlementoya Berîtanyayê civiya

KDC

19 Koçberan Jiyana Xwe Ji Dest Dane

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanê-Swîsre li hev civiyan 

KDC