KDC

Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi Serok Mesûd Barzanî re civîya

Roja dûşem 12.03.202´an de li Selaheddîn, serok Mesud Barzanî bi germî pêşwaziya li serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û koordînator Dr. Nooredîn kir.

Di civînê de Serokê Konfederasyonê Dr. Îsmaîl Kamil li ser xebat û têkoşîna Konfederasyonê agahdariyek berfireh pêşkêş kir û çalakî û pêşketinên dawî nirxand. Her wiha, ji bo piştevaniya berdewam a siyasî û manewî ya li xebat û têkoşîna konfederasyonê, spasiya Serok Barzanî kir û piştgiriya wî bi bilind nirxand.

Paşê Serok Barzanî balkişand li ser girîngî û pêgeha Kurdên diyasporayê. Serok Barzanî, destxweşî li karên Konfederasyonê kir û di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku divê Kurd li derve jî bibin Kurd û dost û alîgiran ji bo doza rewa ya Kurdistanê zêdetir bikin.

Her wiha daxwaz ji Konfederasyonê kir ku di xebatên xwe de rêzê li yasa û pîvanên van welatên ku lê dijîn bigire û ji bo yekîtiya Kurdistaniyan têbikoşe. Hêvî kir ku ciwanên Kurd li dîasporayê bibin xwediyê hesteke bilind a niştimanperwerî û parastina ziman, çand û dîroka Kurdî û bibin pirek di navbera welatên mazûvan û Kurdistanê de.

___

Konfederasyona Rewanda Kurdistanê serdana koma serbixwe ya mafê mirovan kir 

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî li Düsseldorf Kongreya Xwe Pêkanî

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi tundî hêrîşa li ser Mir Hazim Tahsîn Beg li Berlînê şermezar dike.

nusar1