KDC

Lİ NEMSAYÊ CEJNA NEWROZÊ HAT PÎROZKİRİN

Destpêka sala 2024´an de li Viyanê Komiteya Birêvebir ya Navenda Revenda Kurdistanî li Vîennayê hat hilbijartin. Serokê Navendê Cemal Alomarî di demên kurt de gelek civînên Komîteya Birêvebir li dûhev li darxist. Babeta herî sereke ya li ser çalakîyên Newroza sala 2024´ an bû. 

Di roja 21adarê Agirê Newrozê li Viennayê hate pêxistin. Beşdaran li dor agirê Newrozêkom bûn û bi stranan govendê kurdî hate girtin.

Di roja 22 Adarê de li Viyana yê Newroz bi kêf û eşqek mezin hate pîroz kirin. Kurdên ji çar aliyên Kurdistanê beşdarî li ahenga Newrozê kirin. Beşdarên Newrozê ji hezar kesî zêdetir bûn.

Hunermendên ahengê, wek Rêkêş Seyraî, Saman Ebasî, Avindar Hiznî bi starnên gelêrî û şoreşgerî ve dilê beşdaran geş kirin.

Di merasimê de axaftina Komîteya Hevkariya Hêzên Kurdistanî, Koordînatorê giştî ya Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, Şîfa Barzanî û peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî hatin xwendin. Rûyên beşdaran dikenîya û dil şahîyên xwe anîn ziman. 

Di roja 23.Adar.2024´an de li St.Pöltanê (Niederösterreich) jî Newroz hate pîroz kirin. Şahîya Newrozê bi “Ey Reqîb” destpê kir.

Kurdan li wir jî li jêr Ala rengîn ya Kurdistanê, bi cil û bergên Kurdî, bi stranên gelêrî heta derengê şevê govend kişandin.

Beşdaran ji bo ahenga Newrozê, ji Komîteya amadekar ya St.pöltanê û ji  Komîteya Birêvebir ya Revenda Kurdistanî re spasiyên xwe pêşkeş kirin.

___

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Civînek Ligel Serokê Peymangeha Gold Bo Stratejiya Navneteweyî Li Dar Xist 

KDC

Navenda Revenda Kurd Û KOMKAR Wê Li Kolnê Bi Hev Re Newrozê Pîroz Bikin 

KDC

Swêd Wê Pasaport Û Nasnameyên Xwe Biguhere

KDC