KDC

Navenda Kurd a Diyaspora-Brûkselê ji bo li Belçîkayê federasyonek ava bike

Navenda Kurd a Diyaspora-Brûkselê ji bo li Belçîkayê federasyonek ava bike, bi gelek sazî û komeleyên Kurdan re hevdîtin kir.

Roja duşemê 22.04.2024, Navenda Kurdên Diyaspora-Brûkselê di bin çavdêriya Jehangîr Alî Dolamarî û Komîteya Rêveber a Komela Ermeniyên Belçîka, Komeleya Jinên Kurd a Belçîkayê û Tevgera Dengê Rizgariya Kurdistanê li Belçîkayê civiyan. amadeyiya damezrandina Federasyona Kurdên Diyaspora li Belçîkayê di bin navê “Yekitî û Hevgirtina Kurdên Diyasporayê di bin sîwanekê de û ji bo bidestxistina yek armancê”.

Civînê qebûl kir ku her sazî û komeleyên Kurdistanî yên ku dixwazin beşdarî Federasyona Kurdên Diyaspora li Belçîkayê bibin, bi şertê ku rojev û siyaseta wan a xebatê li gorî rêgezên Federasyona Kurdên Diyaspora be, were pêşwazî kirin.

Hêjayî gotinê ye ku berpirsê nivîsgeha ragihandinê ya Tevgera Rizgarîxwaz a Dengê Kurdistanê Ehmed Seîd, Îşo Kurdistanî berpirsê Komela Kurdên Ermenîstanê ya Belçîkayê û Xanim Nasrîn Qamîşlî berpirsa Komela Jinên Kurd a Belçîkayê amade bûn.

___

Trump Bi Tundî Rexneyan Li Biden Dike

KDC

Êrîşa Talîbanê Ya Li Ser Pencşîrê Hatiye Şikandin

KDC

Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî kongreya xwe ya yekemîn li Almanyayê li dar dixe

Karzan