KDC

Swîsre: Navenda Baselê konferansa xwe li dar xist

Konferansa Navenda Dîaspora ya Kurdistanê-Baselê bi serpereştiya endamê Komîteya Giştî ya Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanê hat lidarxistin.

Roja yekşemî 23.06.2024, konferansa navxwe ya Navenda Kurdên Diyaspora-Basel, Swîsra, bi serpereştiya endama Komîteya Giştî ya Konfederasyonê Seyran Kerîm û bi amadebûna endamê rêveberiya Ammar Dawûd, birêve çû.
Birêz Seyran Kerîm bi berfirehî li ser giringiya nawenda kurdî axivî û rola wê li seranserî cîhanê kir bo karibe netewa kurd bi hêztir û xurtir bibe.

Rayê konferansên herêmî û amaje bi çawaniya lidarxistina konferansê kir, ku namzediya Kurdan û awayê dengdanê rave kir.

Piştre Berpirsê Navenda Baselê Soran Hesen li ser avakirina navendê axivî, çalakî û projeyên wê pêşkêş kir.

Piştre Desteya Rêveber a Navenda Baselê xwe dane nasîn û piştî ku xwe dan nasîn, deriyê namzetiyê hat vekirin, piştre bi dengdaneke vekirî û demokratîk, 6 rêhevalên xwe weke Desteya Rêveber a Navenda Dîaspora  Kurdistanê-Basel hatin hilbijartin.
Ew jî evin:
Soran Hesen, Fayziyê Perîşan, Hîro Danîş, Reşad Şeref, Huseyn Ozcan, Temer Gulî.

Piştre di civînekê de Desteya Rêveber a Navenda Diyaspora  Kurdistanê wiha hate destnîşankirin:
1- Serokê Navendê Soran Hesen
2- Fayziyê Parîşan û Hîro Daniş sekreterên navendê û berpirsên rêkxistinê
3- Reşad Şeref, berpirsê ragihandinê
4- Temer Gulî.  Serokê Aborî
5- Serokê peywendiyan Huseyn Ozcan

Di dawiyê de desteya rêveber a nû ya Navenda Kurdên Diyaspora-Basel pîroz kir û hêviya serkeftinê û berdewamiyê ji wan re xwest.

___

Konfedresyona Rewanda Kurdistanî dê bi helkefta 39 saliya Enfalkirina Barzanî peyamek biweşîne

KDC

Hunermend Şivan Perwer Pîrozbahî Li Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir

KDC

Endamê Komîteya Giştî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo konferansa Pijîşkî hat vexwendin

KDC
KDC

FREE
VIEW