KDC

Almanya: Bi beşdariya Şîfa Barzanî merasîmek hate saz kirin

Bi beşdariya her yek ji Serpereştyarê Giştiyê Beşa Revenda Kurdistanî, Serokê Konfederasyonê, Cîgirê Serokê Konfederasyonê, Sekreterê Konfederasyonê û amadebûna çendîn kesayetiyan, merasîmek ji bo ragihandina federasyonek û nîşandana kovara Rewend hate saz kirin.

Rêkefta 06.07.2024 bi beşdariya Şîfa Barzanî Serpereştyarê Giştiyê Beşa Revenda Kurdistanî û Serok û Cîgir û Sekreterê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û mîhvanekî ber bi çav ji mamosta û kesayetiyên rewşenbîr û hunermend û komele û rêxistinan ku zêdetirê wan ji welatên Ewrûpa ve hatibûn, merasîma ragihandina Federasyona Navdewletiya Zimanê Kurdî li bajarê Kolna Almanya hate ragihandin.

Federasyon wekî federasyonên dinê ser bi Konfederasyona Revenda Kurdistanî dibe û li xizmeta zimanê Kurdî da berdewamiyê bi kar û xebata xwe dike û li warê ziman da erkên xwe bi cîh digihîne.

Rêwresm bi pêşandaneke hunera zarokên Kurd destpêkir û gotara federasyonê ji aliyê Serokê Federasyonê ve hate pêşkêş kirin û paşê rêzdar Şîfa Barzanî gotarek pêşkêş kir, paşê Îsmaîl Kamil Serokê Konfederasyonê gotara Konfederasyonê pêşkêş kir.

Her li vê merasîmê da bername û plan û karê paşerojê ya wê federasyonê bi gotar û kurte vîdeo xistin rû, heman demê de komek xelat pêşkêşî wan komele û rêxistinan kirin ku li warê ziman de xizmetê kirine.

Li vê navberê da Ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanî kovara Rewend ragihand û Hermin Ehmed Sernivîskara kovara Rewend, bi gotarek li ser girîngî û pêwîstbûna vê kovarê û hengavên berhemanîna wê ji bo amadebuyan behs kir ku têda bi amadebûna Şîfa Barzanî kovar nîşana amadebûyan kirin.

___

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdîstanî jibo bîranîna serhildana 12 ê adarê ya 2004’an li Qamişlo 

KDC

  Dla Mûrad: Ji bo danasîna bajarên Kurdistanê bi hev re me ev pirtûk çap kir 

KDC

Malbatek ji aliyê hêzên parastina sivîl û asayişa Zaxo ve piştî 4 demjimêran li çemê Hazlî yê li ser sînor  hate rizgarkirin 

KDC
KDC

FREE
VIEW