NEWROZ Û SERHILDANA DIROKÎ YA KURDAN LI BAJARÊ KOLNÊ.

Li jêr diruşmê Mil bi Mil, Dil bi Dil, hev girtin ji bo Rojavayê Kurdistanê ahiga NEWROZA dîrokî li bajarê Kolnê hat li darxstin ..
Kurdî/ كوردی
Duh Şemmî, 22.03.2025 bi beşdariya Cemawerk mezin zêdetir ji (100) sed hejar kesan ji revena Kurdistanî ya dilsoz û Niştimanperwer ji hemû aliyên Kurdistanê, û bi serperştiya Rêzdar Kak Şîfa Barzanî serperştiyarê dîskê diyaspora Kurdistanî li baregayê Barzanî, û bi hemahingî Konfederasyona Revenda Kurdistanî di gel Civaka Kurd li almanya, Ahinga NEWROZÊ ya mazin û dîrokî li bajarê Kolnê li Almanya hat li darxistin.
Têda Peyama Cenabê Serok û rêberê gelê me Kak Masûd Barzanî ji aliyê rêzdar Kak Şîfa Barzanî ve hat xwendin, û ji aliyê revena Kurdistanî û Cemawerê hêja û birêz ve bi germî hate pêşwazîkirin.
Her bi vê helkeftina pîroz peyva bi xêrhatinê ji aliê Kak Akif Hessen ve hat xwendn, û peyva Konfederasiyona revanda Kurdistanî ji aliyê Kak D. Ismaîl Kamîl ve hat xwendin, û peyva Civa Kurd ji layê Kak memed tanrîverî hat xwendin.

  1. Ahenga Newroza û Serheldana mezin û dîrokî li bajarê kolnê bi beşdariya çend honermendên hêja û navdar bi qirînek netewî ,Sitran û Awazên Kurdî yên resen erd hejan li bajarê Kolnê,
    NEWROZA Kolnê, Newrozek netewî û dîrokî bo, Serhildan û berxwedanek netewî mezin bu, qîrînek mezin bu ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku Kurd tênîyê Azadiyê ne lewra kernevala Newrozê bi hestekî netewîy û bi awayek geş û xweş û şad derbas bû.
    Spas û Pêzanîn ji bo tevaya Cemawerê beşdarbûyî li tevaya diyaspora Kurdistanî.
    Spas û Pêzanînên herî mezin jî bo Baregayê Barzanî û bi tayibet Kak Şîfa Barzanî ji bo alîkarî û piştevanî û bîroka hejî ja li darxistina vê kernevala Newroza mezin û dîrokî li bajarê Kolnê, ku wek serheldanek diyaspora Kurdistanî hat li qelem dan.
    Sopas û Pêzanîn ji bo:
    Konfedrasyona Revenda Kurdistanî, Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya, Fderasyona Komkar li Almanya, Platforma Kurdên Hamburg, Federasyona revenda Kurdistanî li Almanya, Civaka Kurd li Almanya.Federasyona Kurdistanî li hollanda, Platforma kurdistanî li Hollanda, Federasyon û Navend û Komelên Belcîka, Civaka Kurd li Almanya, tevaya Gropên xebatkar yên amadakarya Newroza 2025. Û her kes ku beşdarî serkeftina vê ahinga mezin û dirokî boyî, û Sopasyek taybet ji bo Şaredarî û Polîsên bajarê Kolnê.
    Hûn her hebin û Kurdistan her avedan bit.
    Bijî Kurd û Kurdîstan.

Nader Doxatî
Skreterê Komîta Giştî
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
23î Adarê 2025an

___

SPASNAME

nusar1

Amerîka welatê Tirkiyeyê tawn bardike

KDC

Kurd li Sûriyê rûbirûyê kêşeyên herî dijwar in. 

KDC
KDC

FREE
VIEW