Kurdên Diyaspora li Swîsreyê ku ji çend partî û rêxistinên siyasî yên Kurd û komeleyên sivîl pêk dihat li bajarokê BIBERIST yê kantonê SOLOTHURN, bi beşdariya welatiyên Kurd ên li Swîsre û navçeyên derdora wê pîrozbahiya Newrozê kirin û agirê Newrozê li dar xist.
Êvariya roja şemiyê 22.03.2025, Kemal Mihemed, Ferzad Mehdîniyan, Dara Saadûn Ehmed Cezrawî, tîma mûzîk, def û zirna Kurdî, agirê Newrozê vekirin û şahiyeke malbatî bi beşdariya nêzîkî heftsed kes bi kincên Kurdî agir vedan.
Merasîm bi dirûşmeya Newroz bingeha yekîtiya me ye hat lidarxistin.
Bi awayekî taybet çend kesayetiyên siyasî yên Kurd Sayran Kerîm, Semed Kerkûk, Ebdulezîz, Azad Osman û Xanim Xezal, birêz Hîwa meşaleya Newrozê pêxistin, piştre radestî zarokên Kurd kirin û bi vî awayî kevneşopiya pêxistina agirê Newrozê ji bo zarokên li derve jî derbas kirin.
Di heman demê de, bi Pêxistina agirê Newrozê ji aliyê pêşkêşkerên merasîmê Şîwa Mihemedî bi soranî û xanim Nesîba bi kurmancî.
Pêşî, mêvan hatin pêşwazîkirin û beşdaran bi def û bilûrê li dora agirê Newrozê govend gerandin û sirûda Newrozê û sirûda netewî gotin li qadek vekirï
Piştî vê beşa ku li qadeke vekirî hat lidarxistin bername li salonê berdewam bû.
Mêvan, ji aliyê pêşkêşvanên bernameyê ve hatin pêşwazîkirin û li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê li beşdaran pîroz kirin.
Di berdewamiya bernameyê de xanim Mîdya û Şîva Mihemedî bi soranî peyama hevbeş a Komîteya Rêveber a Newroza Kurdan li Swîsra pêşkêş kirin.
Mêvanê taybet ê bernameyê birêz (Gary Müller) ji Partiya Keskan a Swîsreyê û parlamenter û şaredarê berê yê Badenê li ser Newrozê û giringiya çanda gelan axivî.
Kurd Newrozê di hişê zarokên xwe de her û her pîroz dikin.
muzîk û şahî û
Govend beşeke din yê pîrozbahiya Newrozê bû.
Di vê beşa bernameyê de dengbêj Kemal Mihemed û Ferzad Mehdîniya bi alîkariya mûzîkjenên jêhatî Biryar Hewramî.
Halo Qadir li ser klavyeyê, Saman Elias bi klarnet bi soranî û hewramî, Dara Saadoon û Ehmed Cezrawî bi kurmancî.
Temaşevanan merasîm bi şahî û govendê xemilandin.
Merasîmê heta saet 23.00 dom kir û beşdaran spasiyên xwe pêşkêşî amadekarên merasîmê kirin.
Komîteya amadekar a Newroza Kurdî ya 2725 li Swîsreyê spasiya hunermendan dike
Beşdariya welatiyên li derveyî welat di merasimê de diyar kir û hêvî xwest ku ev bername zengîn be û her sal dubare bibe.
Divê ev merasîm xizmeta vejîn û pênasîna çanda kurdî bikin.
Amadekarên ahenga Newroza Kurdî li Swîsreyê ev in:
1- Navendên Kurdên Diyaspora li Swîsreyê
2- Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
3- Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
4. Komîteya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
5 Partiya Komunîst a Kurdistanê
6- Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS)
7- Partiya Maf û Azadî ya Hak-Partî
8- Rêxistina Têkoşîna Kurdistana Îranê
9- Navenda Çanda Kurdî li Swîsre û rûpela Instagramê ya Swîsre ya Kurdî.