Şîfa Barzanî bi Federasyon û Navendên Awusturya re civiya

 

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, serdana welatê Awusturya (Nemsa) kir û bi Federasyon û Navendên wî welatî re civiya û daxwazê ji wan kir li hilbijartina Parlemena wî welatî de dengên bidin kandîd û berbijêrên Kurdan.

Roja şemiya rêkefta 05.04.2025 rêzdar Şîfa Barzanî Serpereştyarê Giştiyê Revenda Kurdistanî, serdana welatê Awusturya yê kir û bi Federasyon û Navendên wî welatî re civiya û bi amadebûna birêz Çeper Haco berbijêrê li ser lîsta Partiya Sosyalîsta Awusturya ya ji bo Parlemena wî welatî, daxwazê kir ku dengên xwe bidin berbijêrên Kurdan.

Li serdana xwe da rêzdar Şîfa Barzanî, civînek bi mebesta destxweşî û rêzgirtina li kar û erkên wan yên di dema du salên derbasbûyî da ku wekî yek ji baştirîn û çalaktirîn federasyonan tê hejmartin, bi Federasyona Revenda Kurdistanî ya li Awusturya re encam da.

Civînê bi xulekek rawestan û rêzgirtina li giyanê pakê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê Nemir dest bi karên xwe kir.

Rêzdar Kadar Cîhangîr Berpirsê Federasyona Revenda Kurdistanî ya li Awusturya, gotara bi xêrhatinê pêşkêş kir û rê da ku navendên Vîyana, Lînz û Salsborg rapora çalakiyên xwe bixin rû.

Paşê rêzdar Şîfa Barzanî, ji bilî destxweşiya li Federasyona Revenda Kurdistanî ya Awusturya, daxwaz kir li dabîn kirina cîheke guncayî wekî avahiya federasyonê ya li Vîyena de lezê bikin. Her wiha daxwazê kir ku li hilbijartinên 27 ê vê mehê de kar bikin ku Kurdistanî deng bi berbijêrên Kurdan bidin û Federasyonê raspard li vî derbarî de komîteyek pêkbînin û bi ciddî kar li ser bikin.

 

Hêjayî gotinê ye, rêzdar Çeper Haco berbijêre li ser lîsta Partiya Sosyalîsta Awusturya, li rûniştinê de amade bû û daxwaza piştgîriyê kir û sozê da, eger serbikevê li Parlemena Awusturya de bibe dengê Kurdistaniyan.

___

GST Council can look at hiking filing threshold beyond Rs 5 cr

kurdish dc

Dadgeha Swêdê cezayê muebetê da dîplomat û endamekî artêşa Pasdaran a Îranê 

KDC

Berîtaniya: Navenda Rewanda Kurdistanî, Rêxistina Rewşenbîrên Kurd û Encumena Rewşenbîrî ya Kurdî festîvalekê lidar dixin 

KDC
KDC

FREE
VIEW