KDC

Li Stockholmê, Konfederansa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî

Di roja 25.05.2025´an de li Stokholmêkonferansek ji aliyêWeqfa Îsmaîl Beşîkçî ve pêkhat. Konferans bi beşdariyaaxêver û nivîskarên hêja wekî Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuzû Celal Temel ve ji sala 1916´an vir ve pirsa Kurd û Kurdistanê hate şirovekirin.

Di rûniştina yekem de, nivîskar Celal Temel, li ser mijaraTehcîra Kurdan a sala 196´an bi moderatoriya Murat Ciwan re birêve çû.

Di rûniştina duyem de, nivîskar û axêver Îbrahîm Gurbuz ku li ser Îsmaîl Beşîkçî pirtûkek hêja bi navêSokratesê serdemame Îsmaîl Beşîkçî. Gurbuz, li ser jiyan û xebata ÎsmaîlBeşîkçî, lêkolîn û tekoşîna ya li ser pirsa Kurd û Kurdistanêaxivî. Ku beçîkî wekî aktivîstekî siyasî beşdarî li kar û xebatênji bo mafên kurdayetîyê kiriye. Wekî gelek kurdan rastî neheqîû işkenceyan maye! 17sal ji jîyana xwe di zindanan de derbaskirîye. Heta nuha 50 pirtûk û bi hezaran maqale nivîsîne! şik ev kar û xebata ku ji salên 1967an destpê kiriye, bûyederyayek ji hişmendîyê, fikrîyatek mezin, xwedî têgeh û taybetmendîyan. Bi moderatoriya M. Ali Kut ve birêve çû.

Di rûniştina sêyem de axêver Îsmaîl beşîkçî . Mijara BeşîkçîÇima divê kurd neteweperwer bin” bi moderatoriya Salim Çelîker ve birêve çû.Beçîkçî, di axavtina xwe de anî ziman kuKurdistan welatek dabeşkirî û parvekirî ye, Her sibe bi zarokên kurdan didin sonxwarin ku ez tirkim, durustim û hebûna min ji hebûna tirkan re be”. Bo çi hebûna zarokênkurdan pêşkeşî hebûna tirkan be. Ev nijadperestiye û nijadperestiyek weha li dewerek din Dinyê tuneye, evnijadperestî nijadperestiyek herî paşverû ye. Di berdewamiyaaxaftina xwe de got;Ji bo ku kurd azad bin, divê kurdneteweperwer bin, xwedî li ziman û mafên xwe netewîderkevin.”

Pêvîste gotin ku di konfederasê de Îsmaîl Beşîkçî ji ber kar û xebatên xwe û tekoşîna ya li hember zuluma ku li kurdan hatiye kirin, ji Konfederasyona Revenda Kurdistanîhate xelatkirin. Xelata ji aliyê serokê Konfederasyonê ÎsmaîlKamil ve hate pêşkeşkirin. Îsmaîl Kamil di axaftina xwe yakurt de anî ziman ku li her beşekî Kurdistanê ÎsmaîlBeşîkçiyek me heba, rewşa kurdan ji îro baştir ba. Beşîkçîbi xelatkirina xwe ve gelek kêfxweş û got: Emê xelatêli cîhekî avahiya Weqfêde biparêzin.”

Pêvîste gotin ku,Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî, Konfederasyona Revenda Kurdistanî, FederasyonaKomeleyên Kurdistan û Navenda Revenda Swêd, bi beşdarbûnê piştgirî dan konferansê.

Di roja 26/5 an konfederasyonê ji bo Beşîkçî û serokê WeqÎbrahîm Gurbuz û nivîskar Celal Temel, bi beşdariya nûnerênrêxistinên Kurdistanî û siyasetmedarên kurd eziband bo xwarinê. Ji Komîteya Birêvebir Şermîn Bozarslan û Kovan Amedî amade bûn. Şermîn Bozarslan li ser Konfderasyonê bi kurtê agahdariyek pêşkeş kir. Bi xwarinê re sohbetek xweş û germ hate kirin.

Dûra bi heman beşdaran re berê xwe dan Kitêbxaneya Kurdî. Berpirsê Kitêpxaneya Kurdî Newzad Hurûrî di heqêKitêpxaneyê de agahdarî şkeşî rêzdar Beşîkçî û wefta kir. Serokê Weqfa Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz di heqê Weqfê de ahahdarî da beşdaran. Bi sohbetek Kurdewarî ve hevdîtin bi dawî hat.

___

Awustriya: Navenda Rewanda Kurdistanê wê bi awayekî fermî ji bo Kurdan konferansek bê vexwendin 

KDC

Peyama Konfederasyona Rewanda Kurdistanî ya ji ber salvegera 34 ‘ an a Enfala Badînan

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Danîmarkayê Serdana Sefaretxaneya Iraqê Kir 

KDC
KDC

FREE
VIEW