Bi serperştiya cêgirê serokê konfîdrasyonê ya rewenda Kurdstanî û bi amadebûna jimarekî berçav rewenda kurdstanî li bajarê (Zürich) û hawîrdorê wê, nawenda rewenda Kurdistanî (Zürich) damezrand.
Roja yekşemê rêkeftî 8/ 6/ 2025, bi amadebûna Şukrî Berwarî endamê komîteya rêvebir û cêgrê seroka konfîdrasîona rewenda Kurdistanî, Seyran Kerîm, ‘Emar Dawod, Soran Hesen û Mizgîn, endamên licneya amadekar, bi amadebûna jimarek berçav ji kesayetiyên siyasî, rewşenbîrî û akadîmî bi şêweyekî dimoqratî hilbijartin.
Destpêkê xolekek bêdeng rawestiyan li ser canê pak yê şehîdên Kurdistanê û sirûda netewî eyreqîb destpêkir, paşê bixêrhatin û licneya amadekar ji aliyê Emar Dawod pêşkeş kir, dûvre gotara navenda rewenda Kurdistanî ji aliyê Seyran Kerîm ve hate xwendin, paşê nerîn û pêşniyarên amadebûna girtin û Dawî dergehê dengdanê hat vekirin bo endamên komîta ( Zürich) hilbijêrin ji aliyê endaman ko ji her çar patçeyên Kurditanê pêk hatibûn. Yên ko hatin kifşkirin ev bûn:
1-Mesood Beg
2- Miḧemed Xerî Sulêman
3-Sîpan Miḧemed Xeyrî
4-Mecîd Hemo Izo
5- Miḧemed Emîn
6- Husên Mehdî
7- Hesen Bawk
8- Azad Azî
9- Ronahî Xan
10- Ebdulxenî Hemo
11- Emar Dawod
12- Mizgîn
13- Mamo can
Paşê encamê dengdanê ev kes hatin hilbijartin:
1- Emar Dawod
2- Ronahî Xan
3- Mamo Can
4- Mesood Beg
5- Azad Azî
6- Husên Miḧemed
7- Hesen Bauk
8- Miḧemed Emîn
9- Mizgîn
Hêjayî gotinê ye ko Emar Dawod,wek berpirsê navenda ( Zürich ) hat hilbijartin.
Cîgirê serokê konfidrasionê pîrozbahî lê kir û daxwaza serkeftinê bo wan xwest, û amaje pêkir ko serok Barzanî gotiye konfidrasion bê aliyên siyasî birêve diçe û tenê bo xizmeta gelê Kurdistan e.