KDC

Swêd: Beṣdarî di Festîvala kurdî li Sundsval

 

Di 7/9 – 2025 an de li bajara Sundsvalê li Swêde festîvalek bo nasandina kultura kurdî hat amadekirin.

Di ve festîvalê ji beṣdaran re xwarin û ṣîrinayîyên curbecur yên kurdî hatin îkramkirin. Di bernameya Festîvalê de muzik, stran, govend, nîṣandana jilûbergên kurdî, xwendina helbestên kurdi hatin pêṣkêṣkirin.

Komîteya amadekar li jer ala Kurdistanê bi rihekî netewî û Kurdistanî vê festîvalê amadekiribûn.

Ji her beṣên Kurdistanê kes li festîvalê hebûn.
Bi taybetî hejmarekí zêde jin û genc di amadekariya vê festivalê de cîh girtibûn.

Herweha gelek ji wan zarok û gencan jî bi kincên kurdî hatibûn qada festîvalê.

Li ser navê Konfederasyonê cîgira serok Ṣermîn Bozarslan di festîvalê de amade bû. Ew di axaftina xwe de behsa girîngiya festîvalên weha bo parastina ziman, nasname û çand kir.
Spasîya komîteya amadekar kir û piṣtgiriya Konfederasyonê bo çalakîyên weha dîyar kir.

___

Li Ser 100´emîn Salvegera Şehadeta Şêx Seîd de Konfederasyona Revenda Kurdistanî semîner li Dar Xist.

nusar1

Koma Azadî ya Folklorê Kurdî li Düsseldorfê hate damezrandin.

nusar1

Hevpeymana Krîstiyana Almanyayê bernameya xwe ya hilbijartinan pêşkêş kir

KDC