KDC

Federasyona Swîsreyê beşdarî salvegera koça dawî ya Dr. Nûredîn Zaza bû.

Rešad šeref

Federasyona Rewenda Kurdistanî li Swîsreyê, ku ji navendên Basel, Zürich, Genf ê, û rêxistina mafên Mirovan a Sûryayê pêk tê, li ser vexwendina fermî ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyayê beşdarî salvegera 37emîn a koça dawî ya Dr. Nûredîn Zaza li Lozanê bû.

Roja Yekşemê, 12ê Cotmeha 2025an, endamê komîteya rêveber a Federasyona Rewenda Kurdistanî li Swîsreyê, Aydan Roney û endamê komîteya rêvebir a navenda Cinêvê, Luqman Hewramî beşdarî salvegera 37emîn ya koça dawî ya Dr. Nûredîn Zaza li Lozan ê, Swîsreyê bûn.

Merasîma bîranînê li ser gora damezrînerê Partiya Demokrata Kurd li Sûryayê hate lidarxistin.

Nûredîn Zaza di 15ê Sibata 1919an de li Maden, Elazig ji dayik bû. Di 7ê Cotmeha 1988an de li Lozanê koça dawî kir. Ew siyasetmedar, nivîskar û helbestvanekî Kurd bû.
Zaza damezrînerê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyayê, endamê damezrîner ê Enstîtuya Kurdî li Parîsê û endamê Partiya Neteweperest a Kurd bû. Wekî her sal, vê salê jî, nêzîkî 30 rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd li Sarglkoy a Lozanê ew bi bîr anîn. Ji bo bîranîna wî û jiyana wî ya bi rûmet gelek axaftin hatin kirin.

Piştî têkoşîneke dirêj ji bo gelê xwe, ku tê de: girtin, îşkence û talankirina milkê wî hebû, ew neçar ma ku di sala 1970an de vegere Swîsreyê. Wî têkoşîna xwe wekî rêber, rewşenbîr û çalakvan derveyî welêt domand. Em vî têkoşer û rewşenbîrê gelê me bi bîr tînin.

___

Gelê Mazlûm´ê Kurdistanê Bi Tenê Nehêlin!

nusar1

Çalakiyên meha 8 a sala 2022 yên konfederasyona revenda Kurdistanî û  navenda revenda Kurdistanî

KDC

Three obscure charts are pointing to weakness for stocks

kurdish dc