2025-11-26
Baran Dicle
Serokê Giştî yê Revenda Kurdistanî Dr. Îsmaîl Kamil û şandeya pê re, ku di çarçoveya çalakiyên xwe yên diyasporayê de li Swîsreyê bûn, di 26´ê Mijdara 2026´an de, bi Mustafa Aticî, Wezîrê Perwerdehiyê yê Kantona Baselê ya Swîsreyê re civiyan.
Civîn saet di 3:30´ê piştî nîvro de li avahiya Wezareta Perwerdehiyê ya Baselê pêk hat. Dr. Îsmaîl Kamîl serokê Konfederasyonê, ligel Kovan Amedî, endamê Lijneya Rêvebir a Navendî ya Revenda Kurdistanî, û Aydoğan Înal, endama Lijneya Komîteya a Giştî ya Revenda Kurdistanî, amade bûn. Lijneya Konfederasyonê ji aliyê Wezîrê Perwerdehiyê Mustafa Atici û Annina Balli, berpirsiyara Dibistanan ve dihat pêşwazîkirin.
Kamil, Piştî ku şandeyan xwe bi kurtî dan nasîn, Wezîrê Perwerdehiyê yê Baselê Mustafa Aticı jî mafê axaftinê da Annina Balli ku behsa sîstema perwerdehiyê ya li Swîsreyê kir û diyar kir ku perwerdehiya li Swîsreyê li ser bingeha pêşketin û jêhatîbûna zarokan e, ku ew ji baxçeyê zarokan dest pê dike heta perwerdeya bilind. Annina yê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ji baxçeyê zarokan û pê ve, zarok di bin çavdêriya mamosteyên xwe de, li gorî musteweya xwe, heta dibistana navîn perwerdehiyê dibînin. Piştî dibistana navîn, zaoroka li gor daxwaz meyila wan bereê wan didin perwerdeyeya pîşeyî. Kesên ku perwerdehiya pîşeyî digirin li gorî jêhatîbûn û berjewendiyên xwe ber bi kariyeran ve têne rêve kirin. Mînakî, di warên pîşeyî de, boyaxkarek divê herî kêm sê salan perwerdehiyê temam bike da ku dîplomeyek bistîne. Hin perwerdehiya pîşeyî du sal in, hinên din jî sê sal in. Xwendekarek lîseyê dikare piştî mezûnbûnê li her zanîngehekê li her beşê ku ew dixwaze qeyd bike”. Piştî brifînga Annina Ball li ser perwerdehiya li Swîsreyê, Wezîrê Perwerdehiyê Mustafa Atici jî agahdariyek kurt pêşkêş kir. Di axaftina xwe de, wî diyar kir ku pergala perwerdehiyê li Swîsreyê bi giranî li ser perwerdehiya pîşeyî disekine û got: “Tiştê ku ez herî zêde li ser perwerdehiya li Swîsreyê qîmetê didimê ev e ku ew li ser perwerdehiya pîşeyî ye. Ji ber ku her kes ne mecbûr e ku biçe zanîngehê; lê her kesê ku perwerdehiyek li gorî jêhatîbûna xwe distîne, ji bo pêşkeftina kesane û pêşkeftina civakî bi bandortir e. Ji ber vê yekê Swîsre di nav welatên ku pergalên perwerdehiyê yên herî bihêz ên cîhanê hene de ye.”
Piştî axaftina Mustafa Atıcı, Serokê Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil jî axaftinek kurt li ser pergalên perwerdehiyê kir. Dûv re wî diyar kir ka gelo Swîsre dikare dibistanek taybet li Başûrê Kurdistanê veke, wekî Dewletên Yekbûyî û Britaniya û her wiha destnîşan kir ku ev yek dê dostaniya di navbera her du welatan de bêtir xurt bike. Bo bersiv axaftina serokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil de, Mustafa Atıcı diyar kir ku Swîsre li tu welatên din a cîhanê projeyek vekirina dibistanên taybet tune ye, lê ti astengiyên qanûnî tune ne ku rê li ber kesên ku bixwazin hevkariyê bikin da ku dibistanek taybet ya bi vî rengî pêk bînin. Mustafa Aticı di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê kêfxweş bibin ku bi awayekî periyodîk komên ji 20 mamosteyan pêk tên li vir mazûvan bikin ger ew bikaribin pergala perwerdehiyê ya Swîsreyê ji nêz ve bibînin.
Piştî civîna du saetan, ku sohbetên hevbeş jî di nav de bûn, Dr. Îsmaîl Kamil, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, alayek Kurdî û nusxeyên pirtûka Mesûd Barzanî ” Bo Dîrokê ” bi hem kurdî î û hem jî bi tirkî pirtûkê pêşkêşî Mustafa Aticı kir. Mustafa Aticı her wiha fîncanek ku Kantona Baselê temsîl dike û çaya bajarê Baselê pêşkêşî heyetê kir.
Civîn bi hêviya berdewamiya pêyvendiyan bi germî bi dawî bû.
