Navenda Revenda Kurdistan-Bruksêl civînek li dar xist ku hejmarek komele û navendên Kurd ên li Belçîkayê tê de beşdar bûn. Di 7ê Kanûna Pêşîn a 2025an de, li baregeha navendê.
Ev kes beşdarî civînê bûn:
– Navenda Revenda Kurdistan-Bruksêl ( Mustafa Şakêr û endamên komîteya rêveberiyê )
– Komela Aştî ( Hemîd Sîno, Nuhro Sîno )
– Komela Hêvî ( Ekrem Hamo û Mistefa Alay )
– Navenda Revenda Kurdistani Kdc-b ( Ebdulrezak Mecîd )
– Mala Êzîdiyan li Belçîkayê ( Leila Çaldaroşî)
– Mala Kurdî ( Şiwan Taharî )
Civîn bi deqeyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştî wê, birêz Mustafa Şakêr, Serokê Navenda Revenda Kurdistan-Bruksêl, bi xêr hatina mêvanan kir û spasiya xwe ji bo beşdarbûn û amadebûna wan di vê civîna hevbeş a li baregeha navendê de anî ziman.
Di civînê de, Birêz Akram Hamo ji bo çavdêriya civînê hate hilbijartin.
– Di civînê de, beşdaran amadebûna xwe ji bo xebata hevbeş, yekîtî û hevkariyê dubare kirin, û tekez kirin ku ew amade ne ku bi awayekî çalak beşdarî bernameyên pêşerojê bibin, bi taybetî ew çalakiyên ku xwe dispêrin çalakiya hevbeş a neteweyî û pêşxistina rêbazên wê.
Beşdaran her wiha li ser bûyerên pêşerojê jî axivîn, di nav wan de:
– Roja Ala Kurdistanê – 17ê Kanûnê
– Pêxistina agir di êvara Nowruzê de roja 20-03-2026 li bajarê Leuven
Di encamê de, her kesî girîngiya van civînan ji bo pêşxistin û birêvebirina plan û bernameyên pêşerojê, ku dê bandorek erênî li ser yekîtiya civaka Kurd bike, tekez kir.
