KDC

Belçîka: Çalakiyek Taybet Bi Boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan Hat Lidarxistin

 

Navenda Revenda Kurdistanê û çend rêxistinên Kurdistanî bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan bernameyek taybet li Belçîkayê li dar xistin, ku tê de gelek kesayetiyên Kurd û siyasetmedarên Belçîkî beşdar bûn.

Roja Yekşemê, bi boneya 8ê Adara 2026an, Roja Cîhanî ya Jinan, çalakiyek taybet bi hevkariya çar rêxistinên Kurd hat lidarxistin, ku bername ji aliyê her yek ji Navenda Revenda Kurdistanê-Belçîka, Komeleya Hêvî, Komîteya Yekîtiya Jinên Hizba Demokrata Kurdistanê ve hat birêvebirin.

Bername bi pêşwaziya mêvanan dest pê kir, paşê sirûda neteweyî “Ey Reqîb” hat gotin û amadebûyan deqeyekê ji bo rêzgirtina li giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê rawestiyan.

Paşê xanima Nasik Nesîrî, berpirsa Navenda Revenda Kurdistanê-Belçîka, bixêrhatina mêvan û beşdaran kir.

Axaftina sereke ya bernameyê ji aliyê xanima Hozan Mehmûd – nivîskar, femînîst û lêkolînera di warê jin, huner û çandê de – hat pêşkêşkirin. Ew yek ji damezrênerên çalakiyên çandî ye û xwediyê bawernameya masterê di warê zayendî û cînsiyetê de ye.

Piştî wê, xanima Karina Reşîd Dova, endama Desteya Rêveberiya Federasyona Jinên Revenda Kurdistanê, axaftinek pêşkêş kir û tê de girîngiya yekbûn û piştgirîkirina mafên jinan destnîşan kir.

Herwiha xanima Seyran Mistefayî, berpirsa Komîteya Yekîtiya Jinên Hizba Demokrat, li ser dîroka jinên Kurd babetek girîng pêşkêş kir û rol û têkoşîna jinan di dîroka Kurdistanê de anî ziman.

Di beşa hunerî ya bernameyê de, Alan Arif du perçeyên muzîkê pêşkêş kir, ku reng û ronahiyek taybet da civînê. Herwiha xanima Berîvan Hemo çend perçe stranan pêşkêş kir.

Di vê çalakiyê de çend mêvanên taybet ên Belçîkî jî beşdar bûn, di nav wan de: Îne Tombeur, siyasetmedar û endama parlamentoya Belçîkayê ji Partiya N-VA, herwiha Zeger Debyser, doktor û mamosteyê zanîngeha KU Leuven û siyasetmedarê heman partiyê, ligel xanima Veerle Bovyan, osteopat û rahênera Emotioneel Lichaamswerk û Alfons Robben, endamê Desteya Rêveberiya Partiya N-VA hebûn.

Herwiha xanima Hermin Ehmed, endama Desteya Rêveberiya Konfederasyonê û berpirsa Nivîsîngeha Ragihandinê, Rêber Dêrkarî, berpirsê Komîteya Şaxa Şeşan a Partiya Demokrat a Kurdistanê, di vê çalakiyê de beşdar bûn.

Tişta ku cihê balkêşiyê bû, ew bû ku jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûbûn.

Berî dawiya bernameyê, xanima Nasik Nesîrî, ji bo beşdarî û piştgiriya wan ji bo vê bernameya girîng, xelat û spasiyên xwe pêşkêşî Îne Tombeur, Veerle Bovyan, Hozan Mehmûd û Seyran Mistefayî kir.

Di dawiyê de, şîvek ji bo mêvanan re hat pêşkêşkirin û bername bi şahî û stranan bi dawî bû.

___

Pîrozbahî Ji Tora Hevkariya Rêxistinan

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Bo Roja Zimanê Zikmakî Peyamek Weşand 

KDC

Mesûd Nasirî ji bo rojnameyeka Norwecî got: Fînland û Swêd bi evî awayî xwe bi ser Erdogan de bisepînin û dê daxwazên bêtir li dijî kurdan hebin 

KDC