KDC

Konfederasyonê Beşdarî Kongreyeke Girîng Kir

 

Konfederasyona Revenda Kurdistanê beşdarî kongreya sêyemîn a CNSê, ya taybet bi netewe û welatan, bû.

Roja Duşemê, di 18.05.2026an de, kongreya sêyemîn a taybet bi netewe û welatan li bajarê Dundee yê Skotlanda Brîtanyayê bi beşdariya gelek pisporên Kurdistanî û navneteweyî pêk hat, ku tê de Konfederasyonê beşdariyeke çalak û bibandor hebû û dengê gelê Kurdistanê bi awayekî berbiçav bilind kir.

Fêrgeh û Panêlên Girîng:

1- Xanima Raz Babekir ji Zanîngeha Kurdistanê fêrgeheke taybet li ser jenosîda Êzdiyan û karesata Şingalê ya ji aliyê grûpa terorîstî DAIŞê ve pêşkêş kir.

Xanim Tiya Sagîryan ji Zanîngeha Dundee behsa rewşa Ermeniyan li Lubnanê kir û ronahî xist ser jenosîda Ermeniyan.

2- Di heman rojê de, Dr. Evîn Xelîl panêleke edaleta jîngehî pêşkêş kir û behsa mijarên girîng ên wekî qirêjbûna çeman, guherîna avhewa û mafên jîngehî kir.

Herwiha behsa bandora şer û pevçûnan li ser jiyan û encamên jîngehî yên çiyayên Kurdistanê, bi taybetî li ser xwezaya herêmê kir.

3- Bi beşdariya endamê Parlamentoya Brîtanî Chris Law di panêleke taybet de, Xanima Awring Şawês, seroka Dezgeha KG LOBBY CENTER, nameyeke fermî pêşkêşî Chris Law kir, ku di hundirê wê de daxwaza naskirina jenosîda li dijî Kurdan tê kirin û pêşniyar dike ku Brîtanya di piştgirîkirina Kurdan û parastina welatiyan de roleke çalak bileyîze.

Xalên sereke yên di nav nameyê de:

Divê hemî komkujiyên Kurdan bi awayekî berfirehtir werin naskirin.
Gelek Kurd hest dikin ku êşên dîrokî bi tevahî nehatine naskirin.
Brîtanya dikare bi rêya têkiliyeke bihêztir bi Herêm û welatên cîran re, piştgirî bide gelê Kurd û arîkariya mirovî û parastina welatiyan bike.
Nameyê destnîşan kir ku aştiyeke mayînde pêwîstî bi naskirin, pêşgirtin û parastinê heye.

4- Êvar: Xwarin û Gotarên Girîng

Piştî rojê, xwarineke taybet ji aliyê Konfederasyona Revenda Kurdistanê û Dezgeha KG LOBBY CENTER ve hat organîzekirin.

Xanim Awring Şawês behsa girîngiya beşdariya gelê Kurdistanê di kongreyên navneteweyî yên bi vî rengî de kir.

Paşê Şukrî Berwarî, cîgirê serokê Konfederasyonê, behsa destpêka damezrandin û armancên Konfederasyonê kir, ku Konfederasyon bêalî tevdigere û li ser karên siyasî, îdeolojîk û olî naxebite, belku ji bo xizmetkirina dîyasporaya Kurdistanê kar dike.

Herwiha armanca beşdariya Konfederasyonê di vê kongreyê de avakirina pirên têkiliyê bi neteweyên resen ên cîhanê re ye, bi armanca fêrbûna ji hev û bi hev re xebitîn ji bo nasandina neteweyên xwe li derveyî welat.

Roja duyemîn a konferansê, Xanim Awring Şawês panêleke taybet li ser rola jinên Kurd di hemî komkujiyên li ser Kurdan de pêşkêş kir. Di heman rojê de, Xanim Tara Caf bi navê Kurdan çend parçeyên muzîka herpê pêşkêş kir.

Roja sêyemîn, grûpa Kurdên dîyasporayê, Awring Şawês û Şukrî Berwarî panêleke di bin navê “Sûda Dîyasporayê, bi taybetî ji bo Neteweyên Resen” pêşkêş kirin.

Roja çaremîn beşdarî panêleke li ser astengiyên cîbicîkirina hiqûqa navneteweyî ji bo Kurd û Kurdistanê bû.

Hêjayî gotinê ye ku, Konfederasyonê karîbû di hemî çalakiyên wê konferansê de şopa xwe bihêle.

___

Navenda Revenda Kurd Li Brîtanyayê Salvegera Referandûma Serxwebûnê Pîroz Kir

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Nurnbergê Civînek Lidarxist 

KDC

Fransayê 272 Koçber Rizgar Kirine

KDC