Bi amadebûna Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, Konferansa Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî li bajarê Dusseldorfê li Almanyayê birêve diçe.
Îro şemî, 27ê Hezîrana 2026an, li ser raspardeya Serok Barzanî û piştgiriya Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi amadebûna Şifa Barzanî Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, kongreya yekem a Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî li Almanyayê birêve diçe.
Kongre ji aliyê Konfederasyona Revenda Kurdistanî ve hatiye birêkxistin, ev jî ji bo giringîdana bi zimanê dayikê ye, ku bi piştgiriya rasterast a Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî 3 hezar xwendekarên Kurd li 35 dibistanên Kurdî li beşek ji welatan dixwînin û fêrî zimanê dayikê dibin. Her wiha çendîn dibistanên din li cîhanê hene ku dersa Kurdî tê de tê xwendin û Konfederasyona Revenda Kurdistanî piştgiriya wan dike û xwendina zimanê dayikê ji bo her zarokekî Kurd dabîn dike.
Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî ji sala 2024an ve hatiye damezrandin û di bin sîwana Konfederasyona Revenda Kurdistanî de kar dike û rasterast ji aliyê Şifa Barzanî Serpereştiyarê Giştî yê Konfederasyonê ve çavdêriya hûr lê tê kirin û tê birêvebirin.
Hêjayî gotinê ye ku di kongreyê de 120 endam beşdar in ku ji mamoste, pisporên zimannasiyê û kesayetiyên akademîk ên navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê pêk tên. Her wiha nûnerên aliyên siyasî yên Kurdî, endamên parlamenê û kesayetiyên siyasî yên Almanyayê û nûnerên 35 dibistanên zimanê Kurdî li seranserê cîhanê amade ne.


