Ji bo bilind ragirtina bîranîna şehîd û qurbaniyên karesata Şingalê, her du rêxistinên Komeleya Kurdên Gurcistanê û Konfederasyona Revenda Kurdistanî, merasîmeke taybet û şînê li bajarê Tiflîsê paytexta welatê Gurcistanê ji bo salvegera jenosîda Kurdên Êzdî amade dikin.
Merasîm vexwendineke vekirî ye ji bo revenda Kurdî û azadîxwazan da ku bi hev re birînên wê birîna kûr a neteweya Kurd nû bikin.
Biryare merasîm roja yekşemê rêkefta 2yê Tebaxê, di demjimêr 16:00ê piştî nîvro de bê birêvebirin.
Navnîşana cihê kombûnê li bajarê Tiflîsê, Kolana Galaktîon Tabîdzê jimare 20, li Navenda Mala Qefqasyayê ye.
Li berbanga 3yê Tebaxa sala 2014an, çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê êrîşeke berfireh û hovane birin ser qezaya Şingalê û gund û komelgehên derdora wê ku warê dîrokî yê Kurdên Êzdî ye. Di wê êrîşa nemirovane de, bi hezaran welatiyên bêtawan hatin komkujîkirin û bi hezaran jin û zarok jî wek dîl û kenîzek hatin revandin.
Herwiha bi sed hezaran welatiyên din neçar man mal û warê xwe bihêlin û berê xwe bidin Çiyayê Şingalê, ku ji ber germaya dijwar û nebûna av û xwarinê, hejmareke zêde ji pîr û zarokan li ser çiyê jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyera dilêş civaka navdewletî hejand û paşê ji aliyê gelek welat û saziyên cîhanî ve wek tawanê jenosîdê li dijî mirovahiyê hate naskirin. Organîzekirina van cûre çalakiyan li derveyê welat, hewldanek e ji bo bi zindî hiştina doza Şingalê û rêgirtina ji dûbarebûna tawanên bi vî rengî di paşerojê de.

