KDC

Navenda Fransayê pêşwaziya şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê kir

Bi amadebûna Cîgirê Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, berpirsê Navenda Fransayê pêşwaziya berpirsê navçeya Partiyê li Fransayê kir, ku hemûyan bi hev re soza hevahengiya navbera xwe bo dozên neteweyî yên Kurd dan.

Dûh şemî, rêkefta 18/07/2026, bi amadebûna Şukrî Berwarî, Cîgirê Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Bêwar Şaban, berpirsê Navenda Revenda Kurdistanî li navenda Fransayê, Bêmal Berwarî, Cîgirê Berpirsê Navendê û berpirsê çalakiyan, pêşwaziya şanda lîjneya navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kirin, ku ji Mehdî Şêlazî, berpirsê lîjneya navçeyê û çend endamên navçeyê pêk dihat.

Ev serdan di çarçoveya pêşwazî û pîrozkirinê de bi helkefta vekirina Navenda Revenda Kurdistanî li navenda Fransayê hat encamdan.

Di wê rûniştinê de, her du aliyan behsa rêyên pêşxistina hevkarî û hevahengiya navbera rêxistinên xwe yên Kurdistanî li Fransayê kirin, bi taybetî di wan çalakiyên ku têkildarî zarok û jinan û entegrasyonê ne. Her wiha giringiya encamdana çalakiyên çandî û zanistî ji bo naskirina doza Kurdî di civaka Fransayê de û çalakiyên bo parastina zimanê dayikê bo zarokan jî beşek ji guftûgoyan bûn.

Ji aliyê xwe ve, berpirsê navendê tekez kir ku navenda wan wek “Mala Kurdî” bo hemû malbatên kurd li navenda Fransayê dibe û rêz û rûmeta navenda xwe bo hemû hêzên siyasî yên kurdistanî li Fransayê nîşan da.

Ji aliyê din ve, berpirsê navçeya Partiyê li Fransayê amadehiya xwe bo piştgiriya hemû çalakiyên çandî yên navendê nîşan da û tekezî li ser giringiya çalakiyên çandî di pêşxistina peywendiyên kevin ên navbera xelkê Kurdistanê û Fransayê û bihêzkirina peywendiyên navbera rêxistinên Kurdistanî bo xizmetkirina doza Kurd kir.

Di heman demê de, Şukrî Berwarî, Cîgirê Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, kurteyek li ser çalakiyên konfederasyonê û armancên wê pêşkêş kir. Berwarî zelal kir ku fikra damezrandina konfederasyonê ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye; yê ku hemû jiyana xwe bo bidestxistin û parastina mafên gelê Kurd terxan kiriye û wek çavkaniya siyasî û lêvegerekî gelê Kurd li hemû cîhanê tê naskirin.

Berwarî eşkere kir ku konfederasyon kar bo yekxistin û hevkariya navbera revenda Kurdistanî li derveyî welat dike, her wiha pêşxistina peywendiyên curbecur di navbera gelê Kurdistanê û Ewropa û welatên din de dike.

___

Kurtiyek Li Ser Kar Û Armancên Navenda Revenda Kurd 

KDC

S&P 500, Nasdaq slump as Facebook books biggest one-day drop ever

kurdish dc

Konfederasyonê Beşdarî Kongreyeke Girîng Kir

Xelan