KDC

Tîma Kurdistanê di Lîga Neteweyan a Fînlandayê ya sala 2026an de bû duyem

 

Tîma Kurdistanê ya ser bi Navenda Revenda Kurdistanî-Fînlanda ve, di Lîga Neteweyan a Fînlandayê ya sala 2026an de, piştî ku bi rêzek serkeftinan gihişt fînala lîgê, karî pileya duyemîn bi dest bixe.

Tîma Kurdistanê ya ser bi Navenda Revenda Kurdistanî-Fînlanda ve, di lîstika fînalê de li hember tîma Ganayê lîst, lê di dawiya 90 deqîqeyan de lîstik bi encama 5-2 di berjewendiya tîma Ganayê de bi dawî bû, bi vî awayî Gana bû xwediyê nasnava Lîga Neteweyan a sala 2026an.

Her çende tîma Kurdistanê di lîstika fînalê de asteke baş û cîgir nîşan da jî, lê nekarî encama lîstikê biguherîne. Lîstikvanên tîmê bi hemû hêza xwe beşdar bûn û şiyanên xwe nîşan dan, da ku ji bo cara duyemîn bikaribin pileya duyemîn a vê lîgê bi dest bixin.

Beşdariya tîma Kurdistanê di vê lîgê de, ne tenê çalakiyeke werzişî bû, belku pengavek bû ji bo nasandina navê Kurdistanê, çand û nasnameya Kurdî di navbera beşdarên lîgê de.

Di heman demê de hewldan û keda desteya rêveberiya tîmê û lîstikvanan cihê spasiyê û rûmetê ye, ji ber ku karîn asteke bilind nîşan bidin û tîmê bigihînin qonaxa dawî ya lîgê.

Navenda Revenda Kurdistanî-Fînlanda, pîrozbahiyê li desteya rêveber û lîstikvan û alîgirên tîma Kurdistanê dike û spasiya hewl û piştgiriya wan dike. Navendê tekez kir, ku dê berdewam piştgiriya tîmê bike da ku di lîgên bê de bi asteke bilindtir berdewam be û hewl bide nasnava lîgê bi dest bixe.

___

Roja Ala li navenda Londonê hat pîrozkirin

Harmn

Duyemîn civîna Rêxistina Doktorên Kurdistanê li Dîasporayê pêk hat

KDC

Lîstikvanekî Kurd tevlî Yane ya Valladolid a Spanyayê dibe

Karzan