Konfederasyona Revenda Kurdistanî di 12emîn salvegera jenosîdkirina Êzdiyan de, tekez li ser berdewamiya hewldanên xwe ji bo naskirina wê tawanê wek jenosîd di asta cîhanî de kir.
Di heman demê de daxwaz dike ku çarenivîsa revandiyan bê eşkerekirin û Şingal bê avedankirin da ku koçber bi rûmetî û serbilindî vegerin ser warê xwe.
Di peyamekê de bi boneya vê bîranîna diltezîn, Konfederasyona Revenda Kurdistanî amaje bi wê yekê kiriye ku tawanên hovane yên DAIŞê li dijî xwişk û birayên Êzdî ne tenê êrîş bû li ser pêkhateyekê, belê birîneke kûr e li laşê gelê Kurdistanê û hemû nirxên mirovahiyê de.
Dubare jî kiriye ku di navendên navneteweyî de dev jê bernadin heta edalet ji bo qurbaniyan pêk tê û maf û nasnameya Êzdiyan wek beşeke resen a neteweya Kurd tê parastin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî daxwaz ji civaka navneteweyî dike pengavên xwe ji bo vegerandina jiyanê bo Şingalê leztir bike, di peyamê de hatiye ku parastina nasnameya Êzdiyan erkê hemû aliyan e û bîranîna qurbaniyan û hevxemiya bi rizgarbûyan re beşeke girîng e ji wefaya neteweyî re ji bo wê pêkhateya resen a Kurdistanê ku rastî hovtirîn pêla tunekirinê hatiye.
Naveroka peyamê:
Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya 12 saliya jenosîda Êzîdiyan
Di 12 saliya jenosîdkirina xwişk û birayên me yên Êzdî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve, Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi kûranî û xem û kovan bîranîna qurbaniyên karesata Şingalê dike, ev tawana hovane ku wijdana mirovahiyê hejand, ne tenê êrîş bû li ser pêkhateyekê, belê birîneke saxnebûyî bû li laşê gelê Kurdistanê û hemû nirxên mirovahiyê.
Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî tekez dikin ku em dê di hewldanên xwe de berdewam bin ji bo naskirina vê tawanê wek jenosîd di navendên navneteweyî de û bidestxistina edaletê ji bo qurbaniyan, daxwazkar in ku civaka navneteweyî hewldanên xwe ji bo eşkerekirina çarenivîsa revandiyan û avadankirina Şingalê leztir bike, da ku koçber bi rûmet û bi serbilindiyê ve vegerin ser warê bav û bapîrên xwe.
Serî rêz û hurmetê ji bo giyanê qurbaniyên Şingalê ditewînin û hevxemiya xwe ya kûr ji bo rizgarbûyan derdibirîn, Êzdî beşeke resen û neqetandî ya neteweya me ne û parastina maf û nasnameya wan erkê hemûyan e.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
03yê Tebaxa 2024

