KDC

Li Swêd 80´mîn Salvegera PDK´ê Hate Pîrozkirin!

Îro, di 16.08.2026´an de li paytexta Swêd li Stockholmê 80´mîn salvegera Partiya Demokrat a Kurdistan hate pîrozkirin.

Civîna 80´mîn salvegera PDK´ê, li jêr surûda netewî Ey Reqîp ve bi xulekek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê ji alîyê Pirshang Twana ve hat vekirin.

Piştî vekirina civînê, li ser navê liqa 6 a PDK Hedi Arif axaft.
Li ser navê komîteya Hevkarî ya hêzên siyasî; Ali Jouma, Ji Pdki Eziz Herkî, li ser navê Partiya Sosyal Demokratan Kadir Kasirga axaftin.

Ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî, cîgirê serok Şermîn Bozarslan û endamê Komîteya Birêvebir Kovan Amedî beşdarî vê civîna pîrozbahîye bûn.

Di civînê de, peyama Nûneretîya Hiqûmeta Kurdistanê hat xwendin. Gelek partî û rêxistin jî peyamên pîrozbahîyê ṣandibûn.

Li ser navê Konfederasyonê Şermîn Bozarslan axaft. Peyama pîrozbahîya KDC pêşkeş kir.

Li ser navê FKKS´ê jî seroka Federasyonê Rosena Magron axivî.

___

Li Ser Cûreyeke Din a Coronavîrûsê Lêkolîn Tê Kirin

KDC

Peter R.de Vries jiyana xwe ji dest da

KDC

KURDISTANÎ AN PARTÎZANÎ?

KDC