KDC

Navê Agit Kabayel di Pirtûka Zêrîn a Bochumê de hate tomarkirin

Bajarê Bochum a Almanyayê di rêwresmekê de pêşwaziyê li qehremanê cîhanê yê boksê Agit Kabayel kir û wek rêzgirtinek ji bo destkeftiyên wî yên werzîşî, navê vî werzişvanê Kurd wek yekemîn Kurd di dîrokê de xiste nav Pirtûka Zêrîn a bajêr. Kabayel ku xwediyê nasnava qehremanê cîhanê ye di kêşeya giran de, niha wek sembola tevlîbûneke serkeftî ya nasnameya Kurdî û dîsîplîna Almanî tê dîtin.

Ev pîrozkirina bajarê Bochumê ji bo Agit Kabayel di demekê de ye ku Agit ji meha 6’an a îsal ve kembera qehremanê cîhanê (WBC) di kêşeya giran de bi dest xistiye. Ev destkefta Kabayel wek serdemeke dîrokî di werzîşa Almanyayê de tê hesibandin, ji ber ku piştî sala 1932’an û Max Schmeling, ew yekem werzişvan e li ser asta wî welatî digihîje wê lûtkeya cîhanî.

Di merasîma îmzekirina Pirtûka Zêrîn a bajêr de, şaredariya Bochumê amaje bi wê yekê kir ku Kabayel nûnertiyeke ciwan a pir-çandî ya bajarê wan dike. Jörg Lukat, Serokê Şaredariya Bochumê, tekez li ser wê yekê kir ku ew serbilind in bi Agit, ji ber ku ew bêyî veşartina nasnameya xwe ya Kurdî, wek kurekî wefadar ê Bochumê û werzişvanekî navneteweyî yê Almanyayê xwe dide nasîn.

Agit Kabayel ku li Bochumê mezin bûye, vê piştgiriya gelêrî ya welatiyên xwe û xelkê bajarê xwe wek motora sereke ya serkeftinên xwe dibîne. Ew bawer dike ku wek ciwanekî Kurd ku neteweya wî dîrokeke tijî êş û azar hebûye, dixwaze di riya werzîşê re bibe tîrêjek hêviyê ji bo hemûyan. Kabayel serkeftinên xwe vedigerîne bo tevlîkirina hêza Kurdane û pêdagirbûna Almanî û bajarê xwe wek wî cihî dibîne ku hemû derfetên serkeftinê jê re amade kirine.

Heyranên wî werzişvanî ji cihên dûr ên Ewropayê berê xwe dabûn Bochumê, di nav amadebûyan de hinek kes hebûn ku zêdetirî 13 demjimêran rêyên dûr hatibûn, tenê ji bo ku piştgiriyê bidin vî qehremanê Kurd, ku li cem wan Agit ne tenê werzişvan e, lê belê cihê serbilindî û serkeftina gelê Kurd e di navendên navneteweyî de.

Agir Kabayel, werzişvanekî Kurd ê niştecihê Almanyayê ye û di yek ji dijwartirîn cureyên werzîşa boksê de pêşbirkê dike. Tomarkirina navê wî di Pirtûka Zêrîn a bajarê Bochumê de, ku bilindtirîn rêzlênana sivîl e li wî bajarî ye, piştî rêze serkeftinên li pey hev tê di qadên cîhanî de. Niha Kabayel ne tenê ji bo parastina nasnava xwe, lê belê ji bo nivîsandina rûpelekî nû di dîroka boksa cîhanî de xwe amade dike.

___

Komîteya revenda Kurd li Gävl a Siwêdê hate pêkanîn

KDC

Buhayê Petrolê Zêdetir Dibiye

KDC

Belvbuna Korina Ii welatên Cuda

KDC