KDC

Nûnerê Konfederasyonê bi kesayetiyekî cîhanî re civiya

Berpirsê peywendiyên navneteweyî yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî li gel rêberê rûhî û manewî yê Hindistanê û damezrînerê rêxistina “Hunera Jiyankirinê” (Art of Living), li Washingtonê civiya.

 

Mister Kurd, berpirsê nivîsîngeha peywendiyên navneteweyî yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî, li gel Gurudev Sri Sri Ravi Shankar, rêberê rûhî û manewî yê Hindistanê û damezrînerê rêxistina “Hunera Jiyankirinê” (Art of Living), li Washingtonê civiya.

Mister Kurd bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, spasî û rûmeta xwe ji bo pêşwaziya germ a ku lê hate kirin diyar kir, herwiha kar û hewldanên mirovî û aştiyane yên Sri Sri Ravi Shankar bilind nirxand, bi taybetî serdana navborî bo Hewlêrê di dema şerê DAIŞê de û piştevanî û hevkariyên wî bo Êzdiyan, ku bûne qurbaniyên tawana û hovîtiya DAIŞê.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Rehîm Reşîdî, daxwaz ji Sri Sri Ravi Shankar kir ku li gor rol û pêgeh û nûfusa xwe ya navneteweyî û di çarçoveya nirxên mirovî û mafên mirovan de, deng û piştevaniya xwe ji bo maf û doza rewa ya gelê Kurdistanê bixe kar. Herwiha behsa gotineke Serok Barzanî kir ku daxwaz ji pêkhateyan kiribû teslîmî terorê nebin û welat bi cih nehêlin, “an bi hev re dijîn an bi hev re dimirin”.

Di beramber de, Sri Sri Ravi Shankar, kêfxweşiya xwe bi vê hevdîtinê anî ziman û silav û rêza xwe pêşkêşî Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir. Herwiha bi giringî behsa dewlemendiya exlaqî ya xelkê Kurdistanê û çanda aştîxwazane ya pêkvejiyana li Kurdistanê kir û ev mijar wekî mijareke girîng wesif kir.

Herwiha Rehîm Reşîdî, vexwendname arasteyî Sri Sri Ravi Shankar kir ku careke din serdana Kurdistanê bike, da ku ji nêzîk ve bi çavê xwe ewlehî, seqamgîrî, pêşketin û avadankirina Kurdistanê piştî şerê DAIŞê bibîne.

Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser giringiya berdewamî û bihêzkirina peywendî û hevkariyên di navbera xwe de kir.

___

Em Erîşên li Ser Ala Kurdistanê û Avahîyên Kurdistanî bi Tundî Şermezar Dikin!

KDC

Jiyan Omer dest bi kampanyaya hilbijartinê dike û pêdiviya wî bi piştgiriya me hemûyan heye

Karzan

Pêvajoya Nû Ya Erebkirina Kurdistanê Hate Nîqaşkirin

KDC