Şefa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, bi sedema koça dawî ya Mistefa Ehmed Sofî, pismamê Îsmaîl Mistefa, peyamek sersaxî û hevxemiyê belav kir û bi navê xwe û Konfederasyona Revenda Kurdistanî, hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî Îsmaîl Mistefa û malbat û kesûkarê wî kir.
Naveroka peyamê:
Peyama Sersaxiyê
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bo birêz Ismail Mustafa û malbata wan
Bi xemgîniyeke mezin ve me nûçeya koça dawî ya pismamê we, Xwedê Jêrazî Mustefa Ehmed Sofî bihîst.
Bi vê boneya xemgîn ve, bi navê xwe û bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanê li Baregeha Barzanî, sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî we û malbata we ya birêz û hemû kesûkarên we dikim.
Xwedê jêrazî Mustefa Ehmed Sofî kesekî hêja û dilsoz bû, cihê wî behişt be û Xwedayê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bide we. Em hevparê xema we ne di vê kula giran de.
Serê we sax be û cihê wî bihuşt be.
Şefa Barzanî
Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê
Li Baregeha Barzanî
01.11.2026

